18‘ê vê Tebaxê (2026) Îsraîlê baregeha hewayî ya Ebû Zihûr a li Sûriyeyê bombebaran kiribû. Piştî bombebaranê serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu got ku Îsraîlê hişyarî daye Sûriyeyê ku nehêle hebûna leşkerî ya Tirkiyeyê li baregehê hebe. Netanyahu anî ziman ku ku peyama wan zelale û wan Şam agahdar kiriye ku di vî alî de pêşde neçe.
Rojek piştî êrişê Tirkiye îdiayên Îsraîlê yên li ser xwezaya hebûna wê ya li Sûriyeyê red kir û gotibû "Îdiayên Îsraîlê bê bingehin."
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yisrael Katz îro got: “Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan Tirkiyeyê dixe rewşeke xeternak li Sûriyeyê. Îsraîl dê destûr nede ti alî ku ewlehiya me tehdît bike.”
Wezîrê karên derve yê hikumeta veguhêz a Sûriyeyê Esed El Şeybanî duh ragihandibû ku Şam ji Îsraîlê re piştrast kir ku tu planên avakirina baregeheke leşkerî ya Tirkiyeyê li Ebû Zihûr nînin. El Şeybanî anî ziman ku baregehe ji nû ve tê amadekirin da ku ji aliyê hêzên hewayî yên Sûriyeyê ve were bikaranîn.
El Şeybanî got, leşkerên Tirk di çarçoveya perwerde û tevkariya leşkerî ya di navbera her du welatan de serdana baregehê kiribûn, lê tu hêzên leşkerî yên Tirk li wir tuneye. Her wiha anî ziman ku baregeh heya radeyek mezin vala bû û hîna kar lê destpê nekiriye.
El Şeybanî di hevpeyvînekê li gel malpera Axiosê de got: “Niyeta avakirina baregeheke Tirkiyê li wir û ne jî bicihkirina hebûneke leşkerî ya daîmî ya Tirkiyê an hêzên Tirkiyê li wir tune ye.”
El Şeybanî da zanîn ku hincetên rewa yên Îsraîlê tunene ku baregehê bombebaran bike.
Çavkaniyên agahdar, ragihandin ku serokê Mossada Îsraîlê Roman Gofman di 14‘ê Tebaxê de ango beriya êrişa li dij baregeha Ebû El Zihûr bi rêya telefonê bi El Şeybanî re axivî û hebûna leşkerî ya Tirkiyê li Sûriyeyê nîqaş kirine.
Li gorî çavkaniyan, Gofman pirsên zêdebûna hebûna leşkerî ya Tirkiyeyê û piştgiriya artêşa Sûriyeyê bi çek û dronan hatin kirin.
