Helebce û Hewraman xwediyê 35 deverên geştiyariyê ne, rojane bi berdewam geştiyarên ji bajarên Iraqê û Herêma Kurdistanê serdana van cihên geştiyariyê dikin. Lê dever di aliyê xizmetguzarî de hatiye paşguhxistin û ne li gor tê xwestine.
Omer Mihemed li seyrangeha Zelm firoşkare, li ser mijarê got: “Li hemû cîhanê cihên geştiyarî xizmetguzarî jêre tên kirin û pêşketîne, nabe ti kêmaniyek lê hebe. Lê rojane geştiyarên ku ji derve de tên vêderê, ji ber nebûna xizmetguzariyan gelek giliyên xwe ji mere dikin. Ew xizmetguzariyên ku divê li deverên geştiyarî de hebin, pir kêmin û divê werin zêdekirin. Geştiyarên ku tên vêderê ji mere dibêjin, ‘ev cara dawiye em werin vêderê’ sedemê wê jî ji ber giraniya kirya veguhestinê, nebûna cihên rûniştinê û kêmaniya xizmetguzariyane.”

Omer Mihemed ji hikûmet û rêveberiya geştuguzar xwest ku pirsgirêkên xizmetguzariyê yên li deverên geştiyarî çareser bikin.
Jina bi navê Şino Tahir xelkê Helebce ye û ji bo geştê serdana Hewraman kiriye, got: “Ji berku Helebce û Hewraman bûne devereke mezin ya geştiyarî ji bo Kurdistan û Iraqê, divê aliyên peywendîdar hîn zêdetir bala xwe bidin ser vêderê. Divê cade û rêyên wê werin firehkirin. Ji berku rêyên wê ne li gor tê xwestine. Gelek geştiyar serdana vê derê dikin, lê ji ber nebûna cih gelek caran geştiyar vedigerin. Pêwîste aliyên peywendîdar hay ji vê derê hebin.”

Têkildarî pirsgirêk û zemetiyên li deverên geştiyarî tên jiyankirin, Rêvebira Giştî ya Geştuguzara Helebceyê Çiya Qasim ji ajansa me re axivî û got: “Gelek plan û bernameyên me yên baş ji bo xizmetkirina deverên geştiyarî hene. Lê ji ber rewşa heyî em nikarin pêkbînin. Ji ber nebûna budceyê tevayî projeyên me yên di warên cûda yên geştiyariyê de sekinîne. Ewên ku erêkirina me li ser hene jî, rê nayê dayîn ku em jê re îhaleyê bikin.”

Çiya Qasim da diyarkirin ku pere nîne ew projeyan bicih bînin û got: “Ger budce heba gelek planên me yên baş ji bo xizmetguzariyên deverên geştiyariyê hene. Hêvîdarin di siberojê de ev rewş biguhere û em jî bikarin projeyên xwe bicih bînin.”
Di dawiyê de jî Çiya Qasim got: “Niha hatina geştiyaran a ji bo vê deverê gelek başe. Lê dema ku muçe dereng dikeve, rêjeya hatina geştiyarên navxweyî kêm dibe. Lê hatina geştiyarên ji naverast û başûrê Iraqê berdewame.”
(kş)
