Tevî di salên borî de ji ber kêmbûna saetên elektrîka nîştimanî, di salên derbasbûyî de niştecihên sînorê navçeya Pênciwênê xwepêşandan lidarnexistin û karên wan bi awayekî asayî berdewam kir, lê belê ji ber şerê Amerîka û Îranê û girtina kêlgeha gaza Kormorê, dayîna saetên elektrîkê li Herêma Kurdistanê kêm bûye.

Ji bilî ku kêmbûna saetên elektrîkê bandoreke neyînî li ser karûbarên rojane yên welatiyan ava kiriye, di heman demê de cotkarên sînor jî ku ji bo avdaniya berhemên xwe yên çandiniyê pişta xwe bi elektrîka giştî ve girêdidin, rûbirûyî astengiyên mezin bûne û ne dûre ku ziyanên pir mezin bibînin. Derbarê mijarê de cotkarên deşta Pênciwênê ji ajansa me re axivîn.

Cotkarê deşta Pênciwênê Umêd Ehmed ragihand: "Bê elektrîkî bandoreke pir xirab li ser karê berhemên me kiriye, niha bi roj em nikarin avdaniyê ji berhemên xwe re bikin, lewma bi neçarî bi şevê vî karî dikin daku berhemên me tî nebin, ev karekî pir girane û ziyaneke mezin dide me."

Umêd got; "Rojane saet 06:00’ê sibehê elektrîk qut dibe heta çarê êvarê. Eger elektrîk hebe, em dikarin bi hêsanî karên xwe biqedînin; pêwîste berpirs ji bo me çareseriyeke bingehîn ji vê pirsgirêkê re bibînin. Nabe elektrîk bi vî rengî were birîn, ji ber ku berhemên me tine dibin, ev deşt hemû cotkare û pêwîstiya wan bi elektrîkê heye ji bo avdaniya zeviyên xwe."

Cotkarê bi navê Azad Cemal jî, amadekariyê dike daku dema elektrîk hat dest bi avdaniya zeviyê xwe bike û got: "Bê elektrîkî pirsgirêkeke mezine ji bo cotkarên sînorê navçeya Pênciwênê. %80’ê cotkaran ji bo avdaniya zeviyên xwe elektrîkê bikar tînin. Niha elektrîkê wekî parvekirinê lê kirine, eger cotkarekî tenê 10 saet elektrîk hebe, divê di nava du rojan de karê xwe biqedîne."

Azad di dewama axaftina xwe de diyar dike ku eger ev rewşa bêelektrîkiyê bi vî rengî berdewam bike, tu feydeya wê ji bo sînor nîne û nîvê cotkaran dê rûbirûyî ziyanên pir mezin bibin. Azad got; ‘‘Hinek berhem hene ku eger di dema xwe de neyên avdan, dê hilberîna wan bi temamî xirab bibe, bi taybetî berhemên mîna zebeşan pir hewceyî avê ne.’’

Azad balê dikişîne ser wê yekê ku ligel pirsgirêka elektrîkê, di vê navberê de nexweşiyên zêde jî ketine nav berheman; cotkaran xercên pir giran kirine û metrsiyeke mezin heye ku ziyanên giran bikin. Azad da zanîn ku hinek cotkar, dibêjin ‘eger em neçar bin di du rojan de tenê carekê avdaniyê bikin, berhemên me xirab dibin.’ Avnedana di dema xwe de berhemên çandiniyê nexweş dike û di encamê de cotkar îflas dikin, ji ber ku berhem hişk dibin û cotkar destvala dimînin.

Qaymaqamê navçeya Pênciwênê Ednan Kakereş di peywendiyeke telefonî de ji ajansa me re axivî û got, "Kêmbûna saetên elektrîka nîştimanî di niha de hemû Kurdistanê girtiye bin bandora xwe, ne tenê Pênciwênê. Niha qeyraneke mezin a elektrîkê heye û pirsgirêka cotkaran jî qeyraneke din a mezin li ser vê mijarê ava kiriye."

Qaymaqam da zanîn ku li Pênciwênê 80 hezar donim zevî bi çandiniyê hatine çandin û hemû jî ji bo avdaniyê elektrîkê bikar tînin û got; ‘‘Di vê çarçoveyê de zexteke mezin li ser me heye, em di nava hewldanan de ne û ligel fermangeha elektrîkê û cotkaran civînan pêk tînin daku çareseriyekê ji bo vê pirsgirêkê bibînin.’’

Li gorî gotina Qaymeqamê Pênciwênê, saetên dayîna elektrîkê li sînor ne diyarin, ev yek jî ji ber kêmbûna elektrîka nîştimanî ya li Herêma Kurdistanê ye.

Pênciwên yek ji navçeyên sînorî yên parêzgeha Silêmaniyê ye û xwedî deşteke mezin û giring a çandiniyê ye. Salane berhemên wê yên havînê di mehên payîzê de digihîjin û pişka herî zêde ya bazarên Herêma Kurdistanê û Iraqê dabîn dikin.

10 wêne
1 / 10