Endamê Akademiya Zanîstên Civakî ya Abdullah Ocalan, Kendal Çiya, rewşa dawî ya Iraq û herêmê, zêdebûna zextên li ser Şengalê û salvegera 12’an a fermanê ji ajansa me re nirxand.

Kendal Çiya despêkê di kesayeta şehîd Mam Zekî Şengalî, Seîd Hesen û Cîlan Şengalî de, tevahî qurbaniyên fermanê bi bîr anî û soza pêkanîna xewn û xeyalên şehîdan da.

Kendal Çiya diyarkir ku tevî 12 sal li ser fermanê re derbasbûye, lê hîn jî metirsiyên li ser wê ranebûye û got: “Di nava 12 salan de têkoşînek pir xurt hat dayîn, bi vê yekê civakê karî xwe li ser lingan bigre. Lê ev yek ne têrkere, ji bo Êzidî bigihin mafê xwe yên xwe parastin û xwerêvebirinê, têkoşîn û berxwedana ji berê hîn xurtir heye.”

‘Di sedsala borî de li şûna naskirina mafê Kurdan, peymanên qirkirinê hatin mohrkirin’

Çiya eşkere kir ku plan û projeyên xeternak li ser Rojhilata Navîn tên kirin û got: “Serkeşiya wê jî ji aliyê hêzên kapîtalîst, ABD û Îsraîlê ve tê meşandin. Hedefa wan ji van planan ewe ku netew-dewletên li pêşiya wan dibin asteng ji holê rabikin, dewsa wê dewletokên biçûk ên li gorî berjewendiyên xwe ava bikin. Peyma Lozan û Skey Picot sedsaliya xwe temam dibe, bi van re jî hemû hevsengiyên erdnigarî, aborî û tifaqî tên guhertin. Dema dest tên guhertin, bi têkoşîn, diplomasî û hebûna xwe, rengê xwe li her derê dana nîşandan a gelê Kurd û taybet a civaka Êzidî gelek giringe. Dema berê xwe didin peymanên berî sedsalî hatin mohrkirin, şerê cihanê yê yekem û duyem jî lê zêde bikin, girêdayî parastina maf û hebûna gelê Kurd tu gav ne hatin avêtin, yên hatin avêtin jî ji bo qirkirina civaka Êzidî û gelê Kurd bû. Mafê jiyanê, nasnamê, çandî ji destê wan hat derxistin. Bi komkujiyan re derbasbûn. Tu hêzan ev rastî nedîtin û belge nekirin. Armanc qirkirina gelê Kurd bû. Serhildana Şêx Seîd, Seyîd Riza, Koçgirî û herî dawî jî fermana 2014’an bû. Di van sedsalên borî de li şûna maf û hebûna gelê Kurd û civaka Êzidî bê naskirin, peymanên qirkirina fizîkî, nasnameyî û çandî hatin mohrkirin.”

‘Bi naskirina maf û hebûna Kurdan re wê di Rojhilata Navîn de aramî pêk bê’

Kendal Çiya da zanîn ku bêy naskirina gelê Kurd, bi hemû aliyên wê ve, ne gengaze aramî û serkeftin di Rojhilata Navîn de bê çêkirin û wiha dom kir: “Yên ku bixwazin di vê sedsalê de guhertinên bingehîn çêbikin, divê gelê Kurd li ber çav bigre. Ji ber îro roj gelê Kurd xwedî wê hêzê ye ku bandor li ser Rojhilata Navîn bike. Gelê Kurd xwedî hêz û vîne, xwe bi rêxistin kiriye û sîstema xweparastinê avakiriye. Xwedî wê hêzê ye ku dikare planên ser wê tê meşandin têk bibe.”

‘Musil, Kerkûk û Şengal bûn qurbanên siyasetên şaş ên dewleta Iraq û hêzên derve’

Têkildarî qeyranên siyasî, aborî, civakî û dîplomatîk ên dewleta Iraqê jî Kendal Çiya got: “Dewleta Iraqê heta niha nekariye hukumetek ku guhertin û veguhertinê bi xwe re tîne ava bike. Her destên hêzên derve serwerî Iraqê bûye. Civaka Iraqê jî ne kariye rojek bi aram bibîne. 20 salên dawiyê de erdnigariya Kerkûk, Musil, Şengal bûn qurbaniyên siyasetên şaş. Serî de destûr ne hat dayîn ji bo Şengalê ti tişt bê kirin.”

‘Şengal di nav dorpêç û zextên hukumeta Bexda û Hewlêrê de maye’

Kendal Çiya eşkere kir piştî ku hukumeta Herêma Kurdistanê hat avakirin û şûnde her dem hewl hat dayîn Şengalê bi wir ve bidin girêdan û wiha axaftina xwe dom kir: “Lê li aliyê din jî hukumeta Iraqê tu car ne xwest Şengal û Musil bibe parçeyek ji herêma Kurdistanê. Vê yekê hişt ku her dem bê îstîkrarî di herêmê de pêş bikeve. Bi salane Şengal an ji aliyê Hukumeta herêma Kurdistanê, yan jî hukumeta Iraqê ve rastî zext û komkujiyan tê. Dema Şengal nêzî hukumeta Iraqê be, rastî zext û binpêkirinên hikumeta Herêma Kurdistanê tên, dema nêzî hukumeta herêma Kurdistanê be, vê carê rastî kuştin û komkujiyên dewleta Iraqê tên. Civaka Êzidî û xelkên Şengalê bûne qurbanê vê siyaseta mezhebî, hizbî û berjewendiyan. Bi vî awayî kirin ku di warê aborî, civakî û qanûnî de sererastkirinek neyê çêkirin. Tu dosyayên wê ne hatine çareserkirin.”

‘Ger civaka Êzidî ya Şengalê armanc û stratejiya xwe diyar nekiriba, wê çarenûsa wê mîna ya Kerkûk û Xaneqînê lê bihata’

Di derbarê siyaseta hukumeta Başûrê Kurdistanê ya ku rê li ber qeyran, ji destdana xak û serweriya bajarên Kurdan vekir de jî Kendal Çiya ev pênase kir:“Ger civaka Êzidî di Şengalê de xet, siyaset û stratejiya xwe diyar nekiriba, têkoşînek xurtir ne daba meşandin, hedefa xwe diyar ne kiriba, bê guman wê piştî refarandûma 2017’an û xwe vekişandina hêzên pêşmerge ji Musil û Kerkûkê çênebûya, dibe ku çarenûsa Kerkûk û Xaneqînê mîna ya Şengalê lê bi hata. Wê demografiya Şengalê jî bihata guhertin û lêvegera niştecihên wê çênebaya. Heta wisa biba ku Êzidî li Iraqê jî ne maban. Êzidiyan dît ku Şengal hebûna Êzidiyane û bêyî hebûna wan Şengal dikeve xeteriyê. Ji bo wê dîtin, vegeriyan û têkoşîn dan.”

‘Civaka Êzidî bi fikir û felsefa Rêber Apo xwe bi rêxistin kir û planên hatibûn çêkirin têk bir’

Çiya ragihand ku civaka Êzîdî di Şengalê de bi saya tevgera azadiyê xweparast, li berxweda, bi fikir û felsefeya Rêber Apo xwe bi rêxistinkir û pîlanên li ser hatibûn çêkirin têk birin. Çiya got: “Gelek planên heyî têk bir, lê planên nû li ser Şengalê tên çêkirin. Ev plan bi destê DYA û Israîlê li ser Iraqê tên çêkirin. Lê hin hêzên Kurd, dewleta Tirk û yên aligirên ji van rewşan sûd digrin û dixwazin civaka Êzidî bê parastin û çek bihêlin. Civaka Êzidî li hemberî dewleta Iraqê, PDK’ê heta hukumeta Herêma Kurdistanê û dewleta Tirk tu carî çek ranekiriye. Niha jî û sed salên din jî dikarin garantî bidin ku hêza me ya parastinê ne xeteriye.”

‘Şengal Şengala Êzidyane, hebûna Êzidiyane’

Kendal Çiya têkildarî giringiya Şengalê ya ji bo civaka Êzidî got: “Em civakek wisanin ku tenê dixwazin hebûna me hebe. Ji ber ji ferman, qirkirin û komkujiyan hêjmara Êzidiyan kêm maye. Em ji welatê xwe tenê di Şengalê de mane. Dema em dibêjin Şengal, Şengala Êzidiyane, hebûna Êzidiyane, divê tevahî welat û hêzên li Rojhilata Navîn wate bidin vê heqîqetê. Pêwîste saziyên mafên mirovan, Neteweyên Yekbûyî erkên xwe yên li beramberî mafên Êzidiyan pêk bîne. Da ku Şengal jî bikare xwe bi xwe rêvebibe, rêveberiya xweya xwecihî û herêmî ava bike, meclisa xwe ya îdarî ava bike. Li ser Şengalê re parastina nirxên civaka Êzidî bike. Civaka Êzîdî qebûl nake ku hinek bên û wan ji dervede rêve bibe û fermanên nû re rû birû bihêle.”

‘Tifaqa Êzidiyan wê bibe garantiya civaka Êzidî ya heta hetayî’

Di dawiyê de jî Endamê Akademiya Zanîstên Civakî ya Abdullah Ocalan, Kendal Çiya li ser giringiya tifaqa civaka Êzidî ev bang kir: “Divê civaka Êzidî tifaqa xwe çêbikin, hebûna xwe ava bikin, astengiyên li pêşiya xwe bi zanîstî û rêxistinî ji holê rabikin. Meseleyên YBŞ, YJŞ, Asayîşa Êzidxanê yên parastina civaka xwe dikin, bê qebûlkirin, daku bikarin keramet û rûmeta xwe biparêzin. Raste ev pêvajo gelek hesase, hebûna me di tu pêvajoyan de ne hatiye naskirin, ser me plan tê kirin, lê Êzidî dikarin bi hêz û tifaqa xwe, xwe bi rêvebibin, parastina xwe bikin. Tifaqa civaka Êzidî wê bibe garantiya civaka Êzidî ya heta heta yî. Em ji wan hêvî dikin ku bi vê zanabûnê tevbigerin.”

(kş)