Li Bîrdariya Enfalkiriyan a li Gundê Dêbene ya ser bi navçeya Rizgarî ya dikeve sînorê îdareya Germiyan bi boneya salvegera 20’an a rûnitina Dadgeha Sûc a Iraqê ya têkildarî Jenosîda Enfalê, kesûkarên Enfalkiriyên Germiyanê daxuyaniyek da çapmeniyê.

Di daxuyaniya çapemeniyê de Berpirsê Saziya Çavdêrî Kurdosayd Ehmed Mecîd axivî û diyar kir ku 21’ê Tebaxa 2021’ê yekemîn Dadgeha Sûc a Enfalê hatibû kirin û got: “Ev rojeke dîrokî û girîng bû. Divê sûcdarên Enfalê di vê rojê de li dadgeheke navneteweyî de bi awayeke adil bihata darezandin. Pêvajoya nasandina jenosîd li ser gelê Kurd li cîhanê bihata nasîn. Heta niha daxwazên kesûkerên enfalkiriyan nehatiye bicihanîn. Li aliyê din dadgehê gelek biryar da, 4 kesên ku destê wan di qirkirina gelê Kurd de hebû da nasîn.  

Ehmed Mecîd diyar kir ku biryarên li Dadgeha Ceza ya Iraqê hatibûn girtin nehatine bicihanîn û got: “Partî û rayedarên Herêma Kurdistanê sûcdar parastin, zext li dadgehê kirin ku pêşiya girtina 423 sûcdarên Enfalê girtin. Van kesan 258 sûc kiribûn li hemberî Kurdan. Yek ji van kesan jî navê wî Nizar Xerzecî bûye û di nava mikûrhatinê xwe de aniye ziman ku pêşengtî ji çar qonaxên Enfalê re kiriye ku ji van qonaxan ya herî girîng ya 4 û 8 bû. Ev kes piştî Sedam Husên, Ednan Xeyrula û Elî Hesen Mecîd tê.”

Herî dawî Ehmed Mecîd daxwazên xwe pêşkêş kir.

2 wêne
1 / 2

(eh)