HELEBCE-ROJNEWS Kurdistan li gorî erdnîgariya xwe, xwedî çend çand û resentiyên taybet ên herêmî ya xwe hene. Bi taybet yek ji wan jî ‘Kilaşe’ ango pêlava Hewramaniye. Ev Kilaş li Hewraman tê çêkirin û bûye yek ji nasnameya herêmê. Kesên ku Kilaşê çêdikin tîne ziman ku di roja îro de ew mohr û resentiya li herêmê heye li ber tinebûnê ye. Kilaş cûreke ji pêlavên taybet a li herêma Hewramanê ye. Hemû ji tayê taybet tê çêkirin. Binê wê jî berê ji şaxê lawir û cermên wan dihate çêkirin. Bi alîkariya bizmaran ji bo qehîmkirin û xurtkirina wê ji erdê tê hingaftin. Ji bo zû ji hev nevebe jî bi tayê taybet tê hunandin. Niha binê wê ji lastîkeke hişt kê çêkirin. Ji bo binê wê jî zû xirab nebe bi tîrekê bi Kilaşê ve hatiye girêdan tê xurtkirin. A balkêş jî rast û çepa Kilaşê nîne. Çêkirina Kilaşê ne weke mekîneyê ye zû bê çêkirin; ji binê wê bigire heta bi temamî çêkirinê karê 5 kesî ye û qedandina wê jî du hefte dixwaze.” Hostayê Kilaşan Nezmî Ebûbekir ku biqasî 38 sale karê çêkirin û firotina wan li nava bazara Helebce dike, têkildarî Kilaş û çêkirina wê ji ajansa me re axivî. Hosta Nezmî Ebûbekir destpêkê qala çêkirina Kilaşê kir û got: “Em Hewramanî berê pêwîstiya me bi qet tiştekê nebû di mijara cilûberg û pêlanan de. Ji bo wê Kilaş mohreke kevne. Dîzayna herêma Hewraman û bûye nasnameya deverê. Niha çend kesek maye vî karî dikin. Eger wiha biçe û kes nekire, wê dema pêş bi temamî ji nav biçe. Niha ji ber nebûna bazarê bandoreke mezin li vî pîşeyî kiriye. Kilaş nayê kirîn û firotin. Weke berê daxwaza ji bo Kilaşan nemaye. Sedema vê jî ciwan di roja îro de zêde Kilaş bikar naîne. Li aliyê din jî ji Îranê ve Kilaş dikevin bazarê û cih ji Kilaşên resentiya Kurdî re nemaye. Ji ber ku ji derve mekîne hatine anîn û di demek kin de vî karî dikin û zû diqetînin. Ev jî wisa kiriye ku di demeke pir kin de û rêjeyek zêde Kilaş bên hilberandin û bikevin bazarê. Di demekê de Kilaşên resen ên Hewraman ne li malê ne jî li bazarê nayê dîtin.” Nezmî Ebûbekir li ser bikaranîna Kilaşê jî axivî û destnîşan kir ku di roja îro de jî guherîn li ser bikaranîna Kilaş pêk hatiye û hemû tişt hatiye guherîn û wiha domand: “Mirovan ji ber tenduristî, ciwanî û hênikiyê di werza germahiyê de Kilaş li lingê xwe dikir. Niha tenê li şahî û pîrozbahiyan li piyê xwe dike. Hişmendiyeke şaş di serê xelkê de çêbûye. Wisa dizanin ku lixwekirina Kilaşan tenê bi cilên Kurdî tê kirin. Rastî ji vê cuda ye, Kilaş li ser hemû cilan tê li piyê xwe kirin. Mixabin xelk vê nakin û sûdê wê nizanin. Gotinên dibêjin; ‘Kilaş ji bo pişt êşê xirabe’ ji rastiyê dûrin. Di dema berê de jin û mêran li Hewraman di dema kar de li piyê xwe dikirin, ti pirsgirêkên wan dernediketin. Ev yek jî heta astekê bûne sedemê Kilaş neyên kirîn di roja îro de.” Hosta Nezmî Ebûbekir anî ziman ku niha ji derveyî Kilaşa Spî rengên din jî hene û got: “Ew Kilaşên ku rengên sor û şînin, taybet ji bo ciwananin. Niha li gorî şêwaz û cilûbergan jî tên hilberîn. Ev reng taybetin û daxwazek baş jî li ser hene. Di warê nirx de ji yên din girantirin, sedema wê jî çêkirina wê hesan nîne û her kes çênake.” Nezmî Ebûbekir anî ziman ku heta hejmara 52 jî Kilaş li ber destê wî heye û anî ziman ku her ku hejmara pêlavê zêdetir be nirxê wê jî zêdetire û got: “Li gorî ezmûn û tecrûbeyê min hejmara 52 pir kêm tê firotin. Heta hejmara 47 min firotiye. Kesên tên dixwazin Kilaş bikirin, piranî du cotan dikirin. Ji ber ku Kilaş berhemeke taybet xwezayî ye, di werza Havînan de pir hênike.”
9 wêne
1 / 9
(eh)