Daxuyaniya KNK’ê wiha ye:
“Kongreya Neteweyî ya Kurdistan (KNK), êrişên bi dronan ên Komara Îslamî ya Îranê yên li ser axa herêma Kurdistanê bi tundî şermezar dike û wan weke binpêkirina serwerî û qewareya destûrî ya herêmê dibîne. Ev êriş nayên qebûlkirin. Nabe ku axa herêma Kurdistanê di çarçoveya nakokiyên siyasî û leşkerî yên herêmî û Cîhanî de bête bikaranîn.
Ev êriş demek dirêj e berdewam in; carekê bi hinceta êrişkirina partiyên opsisiyonê yên li Rojhilatê Kurdistanê û carekê jî bi hinceta hebûna hêz û saziyên biyanî li başûrê Kurdistanê. Ev hincetên êrişkirina herêma Kurdistanê û saziyên wê bê bingeh in û nayên qebûlkirin.
Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê, bang li hemû aliyên Kurdistanî dike ku ji bo parastina qewareya destûrî ya herêmê û rûbirûbûna hemû tirs û gefên derve û navxweyî bibin yek.”
