Salane bi guherîna werzê re Tîmên Tenduristiyê bi pêşengtiya Şaredariya Gel a Binarê Qendîlê bi armanca dermankirina serdana koçer û gundên dûrî nexweşxaneyê dikin. Ev tîmên gerok ên tenduristiyê bê beramber nexweşiyên wan derman dikin û dermanên pêwîst didin nexweşan.

Bi armanca berpirsyariyê Tenduristiya Gel a Binarê Qendîlê salane tîmeke ya tenduristiyê ya gerok berhev dike dişîne gundên dûrî nexweşxane û zozanên bilind ên Binarê Qendîlê ji bo dermankirina nexweş û malbatên kêm derfet û sînordar.

Doxtora tîma tenduristiyê Fatme Salar ji Rojnewsê re axivî û got: “Em Tîma Tenduristiyê ya Nexweşxaneya Binarê Qendîlê dest bi gereke ya tenduristiyê kiriye ji bo wan koçerên ku tên Qendîlê û nikarin serdana nexweşxaneyê bikin. Hemû salê vê gerê didin destpêkirin û ji karê me jî gelek razî ne. Ji ber ku bê kêmanî em xizmetê ji bo wan dikin. Em erkê xwe yên mirovî bicih tînin. Em pêwîstiyên derman û tenduristî berhev dikin û serdana wan dikin.”

Doxtor Fatîme anî ziman ku tîma wan a tenduristî ya gerok ji 5 kesan pêk tê û got: “Soner û dîsa hinek amûrên lêkolînê ên weke şekir, tansiyon û çend cûre lêkolînên din di bin konan de çêdikîn. Beşek baş a derman li gel xwe dibîn. Doxtor pispor nexweşiyê kifş dike û em jî li gorî wê derman didin. Hemû karê me bê berambere. Em bi xwebexş kar dikin. Hemû kes jî dizane Nexweşxaneya Qendîlê bê beramber kar dike.”

Hevşaredarê Binarê Qendîlê Dilşêr Îbrahîm têkildarî heman mijarê axivî û got: “Em şaredarî serdana koçaran kir û serê her çend mehan gereke ya tenduristiyê didinî destpêkirin. Dermanên pêwîst didin nexweşên heyî. Bi taybet serdana cihên ku pir dûrin ji nexweşxaneyan dikin. Em spasiya hemû karmend û kedkarên tenduristiyê ya Binarê Qendîlê dikîn ku di van rojan de xizmeta gel dike.”

Yek ji koçera deverê Estî Mihemed jî kêfxweşiya xwe ya ji tîma tenduristiyê re anî ziman û got: “Bi xwe tên nexweşên me derman dikin. Pir bi me re başin. Çi pêwîst bike ji bo me dikin. Ji ber kar û dûrî derfetê me nîne ku serdana nexweşxaneyê bikîn. Lê ew bi xwe tên, doxtor li gel wanin û nexweşiyên me derman dikin.”

9 wêne
1 / 9

(eh)