SILÊMANÎ-ROJNEWS Li bajarê Silêmaniyê bi tevlîbûna hejmarek ber bi çav ya rewşenbîr, hunermend û çalakvan, Koma Keçên Kurdistanê bi stran û mûzîkê Hunermendê navdar ê Kurd Hesen Zîrek di salvegera 54’emîn a wefata xwe de ew bibîr anî. Li mala Ehey Kurnu ya bajarê Silêmanî ya Başûrê Kurdistanê Koma Keçên Kurdistanê bi hevkariya Komeleya Hunera Mîllî ya Kurdistanê bi stran û mûzîkê salvegera 54’emîn a wefata Hunermendê Kurd Hesen Zîrek de ew bibîr anî. Di konsera hate dayîn de gelek welatî û kesên ji Hesen Zîrek hez dikin jî amade bûn. Di konserê de Koma Keçên Kurdistanê stranên Hesen Zîrek pêşkêşî beşdarvanan kir. Endama Koma Keçên Kurdistanê Ojen Burhan ji ajansa me Rojnewsê re axivî û got: “Ji bo vî karî ev bi qasî hefteyekê ye kar dikîn. Di demeke kin de vê komê karî xwe di nava xelkê de bide heskirin. Dema pêş jî emê konserek bidin.”
8 wêne
1 / 8
(eh)