Kompanyaya Şamaran Petroleum a Kanadayî derbarê rawestandina karên xwe yên hilberîna neftê li du bîrên petrolê yên li Herêma Kurdistanê, daxuyaniyek belav kir.

Kompanyayê ragihand ku ji ber xirabûna rewşa ewlehiyê ya herêmê, wekî pêngaveke xweparastinê û bi armanca parastina jiyana karmendan û binesaziya bîrên neftê, hilberîn û hinardekirina neftê ya bi rêya boriyan li bîra petrolê ya Etrûş û Sersengê bi awayekî demkî daye rawestandin.

Her wiha hate destnîşankirin ku ew ligel hevkarên xwe yên di projeyên navneteweyî de ji nêz ve çavdêriya rewşê dikin û her demeke ku dîtin ku rewş arame, dê dest bi karên xwe bikin.

Kompanyaya Şamaran xwediyê %50’yê pişka bîra petrolê ya Etrûşê û %18’yê pişka bîra petrolê ya Sersengê ye ku her du kîlgeh jî dikevin sînorê parêzgeha Duhokê.