Kompanyaya HKN Energy ku navenda wê ya sereke li eyaleta Texasê ye, biryar da ku hemû çalakiyên xwe yên veberhênanê yên li Iraq û Herêma Kurdistanê rawestîne.
Ev gava kompanyayê di demekê de ye ku berê li Washingtonê ligel kompanyayên din ên wekî Chevron, ConocoPhillips û Halliburton, peymaneke nû di sektora enerjiyê ya Iraqê de bi bihayê zêdetirî 60 milyar dolarî îmze kiribû.
Kompanyaya HKN wekî yek ji mezintirîn veberhênerên biyanî di sektora taybet a Iraqê de, li Herêma Kurdistanê xwedîtiyê û pêşengtiya gelek bîrên neftê dike.
Ji ber ne aramiya rewşa ewlehiyê ya herêmê û gefa pevçûnên leşkerî, kompanya neçar maye ku ji bo parastina berjewendî û karmendên xwe, hemû karê xwe yên neftê li seranserî Iraq û Herêma Kurdistanê rawestîne.
