Di nav zindanên Herêma Kurdistanê de gelek gumanbarên bi tometa bikaranîn an jî bazirganîkirina madeyên hişber hatine girtin û ji ber vê madeya xirabker çarenûsa wan ketiye zindanê ku azarê didin xwe û malbatên xwe hene. Ji ber vê yekê, madeyên hişber hem kesan ji azadiyê bêpar dikin, hem jî pergala civakê xira dikin.
Wek nûçegihanên ajansa Rojnewsê me serdana yek ji zindanên bajarê Silêmaniyê kir. Em hatine ku bi gumanbarekî re biaxivin ku madeyên hişber ew gihandiye quncikên zindanê, armanca me ewe ku em ji devê wî bixwe çîroka pêvebûna wî ya bi vê madeyê û gihîştina wî ya zindanê vebêjin.
Karwan ku navê sexte yê wî gumanbarî ye ku cara sêyemîne li ser bikaranîna madeyên hişber tê girtin. Çîroka vê gumanbarî ji sala 2018’an destpê dike, dema ku temenê wî 20 salî bû û wekî ku ew bixwe dibêje: “Hevalên wî ew tevlî vê madeya pîs û kujer kirine.
Wek Karwan dibêje: “Ji ber hevalên xwe ez fêrî bikaranîna madeyên hişber bûm, di sala 2021’an de ji bo dema salek û şeş mehan hatim zindanîkirin. Piştî berdana min, dema ku min hevalên xwe dîsa dîtin, min ji nû ve destpê kir. Di sala 2024’an de careke din hatim girtin, piştî demeke hatim berdan û niha ji bo cara sêyemîn çarenûsa min di zindanê de ye.”
Piştî girtina sê caran, niha Karwan dibêje: “Temenê min 25 sale, ez têgihîştim ku bikaranîna van madeyan tenê zirarê dide. Ji ber wê yekê ez pir poşmanim ji tiştê ku min kiriye.”
Berdevkê Dezgeha Asayîşa Herêmê Eqîd Karzan Şêrko qala bîlançoya balkêş kir û got: “Li gorî bîlançoyên sala 2025’an 272 bikarhêner, 177 bazirganên navxweyî, 103 bazirganên navdewletî û 17 gumanbarên din hatine girtin ku koma giştî ya gumanbaran 569 kes bûye. Li gorî şeş mehên yekem ên sala 2025’an, îsal ev jimar bi rêjeyeke berbiçav kêm bûne ku jimara wan 311 kese û bi tometa bazirganîkirin û bikaranînê hatine tomarkirin.”
Eqîd Karzan Şêrko destnîşan kir ku ev rêjê diyar dike ku ji wan kesên ku hatine tawanbarkirin û zindanîkirin ji nêzîkî nîvî kêmtire û wiha domadn: “Ev yek ji rewşeke asayî nebûye diyarde. Di sala 2025’an de cudahiya temen di navbera jidayikbûyên 1954 heta 2009’an de bû, lê îsal girtî ji jidayikbûyên 1963 heta 2010’an dene. Kêmtirîn temenê bikarhêneran 16 sal bûye, her wiha ji her 100 bikarhêneran, çar kes ji wan jinin.”
Li gorî bîlançoya Dezgeha Asayîşê, şeş mehên îsal li gorî şeş mehên sala borî destdanîna li ser cureyên madeyên hişber kêm bûye, şeş mehên par 545 kîlo û 805 gram hatibû desteserkerin, şeş mehên îsal jî 432 kîlo û 826 gram hatiye desteserkirin.
Yasayên Iraq û Herêma Kurdistanê yên taybet bi bikaranîn û bazirganîkirina madeyên hişber re gelek tund û dijwarin. Her kesê ku bi vê tometê bê girtin û li ser wî eşkere bibe, rûbirûyê cezayên tund ên wan yasayan dibe ku ji bo her cureyekî cezayekî cuda heye.
Parlemantoya Herêma Kurdistanê Yasaya Jimare (1) ya Sala 2020’an a Yasaya Têkoşîna Dijî Maddeyên Hişbir derxistiye ku cezayê wê ji darvekirinê destpê dike heta cezayê herî sivik ku cezayê bertîle.
Şêwirmendê yasayî li Herêma Kurdistanê Serkar Mehmûd li ser mijarê ji Rojnews’ê re axivî û got: “Yasayan heta astekê rêgirî kirine lê heta niha jî kêmasî hene û pêwîstî bi sererastkirinê heye, bi vî rengî ku heta niha me nekariye wan pêwîstiyên ku di yasayê de hene, mîna navendên rehabîlîtasyonê li bajaran dabîn bikin. Ji ber wî barê giran ku li ser zindanên çaksaziyê heye, hol nehatine veqetandin. Ev yek jî bûye sedema wê yekê ku dema mehkûmek bikarhêner be, dema çûye girtîgehê û hatiye derve bûye bazirgan. Ji ber wê rêjeya bikaranîn û bazirganîkirinê zêde ye. Divê wekî metirsî lê binêrin, ji ber ku yasa bi tenê çareseriya wê pirsgirêkê nake, belku çareserkirina vê mijarê pêwîstî bi çareseriya piralî heye.”
Li gorî bîlançoya ku Serkar Mehmûd ragihandî, piraniya wan dozên tawanbariyê yên ku li Herêma Kurdistanê rû didin, bazirganîkirin yan jî bikaranîna madeyên hişberin, bi vî rengî ku nêzîkî şeş hezar girtiyên mehkûm li Herêma Kurdistanê hene ku yek li ser pênca wan, tometbarên madeyên hişberin.
Di yasaya taybet bi qedexekirina madeyên hişber de, qala çêkirina “navendên rehabîlîtasyonê” hatiye kirin daku bikarhêner were perwerdekirin û vegerandina nav civakê, lê li gorî gotina Serkar Mehmûd, ev yek ji wan pirsgirêkane ku heta niha ew navend nehatine çêkirin.
Di rûyê Karwan de poşmaniyeke kûr tê dîtin û ew fikarên wan têkiliyên civakî ye yên ku ji ber vê maddeyê ji dest daye. Wek ew dibêje: “Têkiliya min li gel malbata min xerabe. Ji ber bikaranîna vê maddeyê, wan ji min re got ku emê tu têkiliyê li gel te deynenin. Dayika min ji min re got; 'Niha tu di zindanê de bî, dilê min aramtire li şûna ku tu li derve bî û ez haydarî rewşa te nebim.'"
Niha ew ku bixwe di nav reşbextî û zehmetiyên zindanê de dijî, peyama wî ji bo dê û bavan eve ku hay ji zarokên xwe hebin, nehêlin zarokên wan hevaltiya kesên nebaş bikin û hay ji wan deran hebin ku diçinê.
Berpirsê Dezgeha Asayîşa Herêmê jî balê dikişîne ser wê yekê ku eger yasa bihata bi cih anîn û ev navend hebûna, heta ku çareserî rênedîtana nedihatin dadgehkirin û wek qurbanî nêzîkatî ligel wan dihate kirin. Lê ji ber nebûna van navendan, bikarhêner tê dadgehkirin.
Eqîd Karzan Şêrko bang li dayîk û bavan kir û daxwazê ji wan dike ku hay ji zarokên xwe hebin gava ku pereyekî zêde dixin ber destê wan; bizanibin çi pê dikin û ji bo çi xerc dikin. Ji vê jî giringtir dibêje: “Hay ji nîşanên li ser laşê zarokên xwe hebin.“
Beşek ji wan kesên ku ji aliyê dadgehan ve hatine cezakirin û niha di zindanên çaksaziyê de ne, rojane ji aliyê lêkolerên derûnî û civakî ve çareseriya derûnî û civakî ji wan re tê pêşkêşkirin, daku carek din derfeta vegera wan li nav civakê û dûrketina wan ji maddeyên hişbir hebe.
Yadgar Îsmaîl ku lêkoler û çareserkarê derûnî ye di Zindana Çaksaziya Mezinan a Silêmaniyê çareseriya derûnî dide wan kesên ku bi tohmeta maddeyên hişbir hatine cezakirin. Yadgar Îsmaîl got: “Rehabîlîtasyona tûşbûyên maddeyên hişbir bi aliyekî tenê nabe, belku pêwîstiya wê bi hevkarîkirina hemû aliyan heye.“
Ew lêkoler daxwazê ji welatiyan dike ku hevkar bin daku her nîşaneyekê di kesê bikarhêner de bibînin, aliyên peywendîdar agahdar bikin. Ew her wiha tekez dike ku ev yek gefe ji bo pêşeroja Herêmê, ji ber ku bîlanço hîn jî di asteke bilind de ne.
Hemû alî li ser wê yekê hevdengin ku maddeyên hişbir metirsiyeke mezine li ser Herêma Kurdistanê û rûbirûbûna vê metirsiyê pêwîstî bi karkirina hevbeş û piralî heye daku civak li hember vê metirsiya mezin were hişyarkirin.
Li gorî bîlançoya Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî (WHO), di sala 2003‘an de Iraq yek ji wan welatên herî paqij bû ku herî kêm bikaranîn û bazirganiya maddeyên hişbir tê de hebû, lê belê di niha de Iraq û Herêm piştî 20 salan bune navendeke bikaranîn û bazirganiyê, û her wiha bûne navendek ji bo bazirganiya navdewletî ya bi vê maddeyê.
(fk)



