Fermandariya Polîsên Babîlê derbarê sucek hov û mezin ê kuştina jinek ji aliyê kurê wê ve, daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku piştî agahiyên ji odeya operasyonan gihîştin navenda polîsan, polîs gihîştin cihê bûyerê û li wir cenazeyê jinekê dîtin ku di nav malê de bi temamî şewitîbû.
Hat ragihandin di encama lêkolînan de derket holê zilamek bi xwe di nava malê de agir berdaye dayika xwe. Li gorî polîsan tawanbar berê jî dizî kiribû û vê carê jî dayika xwe di mala wê de şewitandiye.
Fermandariyê da zanîn ku tometbar piştî li mikurhatina xwe, diyar kiriye ku wî petrol rijandiye ser dayika xwe û paşê agir berdayê.
Hate zanîn piştî bûyerê tawanbar ji cihê bûyerê reviyaye û hewl daye derkeve derveyî welat.
Di dawiyê de hat destnîşankirin ku gotinên tometbar ên ji bo li mikurhatina tawanê hatine tomar kirin û ji aliyê dadgehê ve hatine pesend kirin, û tedbîrên qanûnî yên pêwîst di derbarê wî de hatine girtin.
