Ev sîstem ji ber mafyabûna cerdevanan û bikaranîna ‘îtirafkaran’ wekî tîmên terorê, di laşê Kurdan de bûn penceşêrek navxweyî. Wekî nexweşiyek kujer heta operasyonên îro jî enerjî û şiyana navxweyî ya Kurdan ji bo berjewendiyên dijmin dimezêxin.
Siwariyên Hemîdî ya dema Osmaniyan
Di dawiya sedsala 19’an de dewleta Osmanî rûbirûyê metirsiyên parçebûn û serhildanên tevgerên netewî bibû. Sultan Ebdulhemîdê Duyem di sala 1891’an de biryara damezrandina hêzek çekdarî ya ji eşîrên Kurdên Sûne da û navê ‘Siwariyên Hemîdî’ li wan hat kirin.
Armanca damezrandina vê hêzê, bikaranîna eşîrên Kurdan ya li dijî neyarên desthilata Osmanî û rêgirtina li pêş avabûna yekitiya netewî ya di nava Kurdan de bû. Sultan Ebdulhemîd îmtiyazên taybet, pere, zevî û desthilatiya xwecihî dabû serok eşîrên ku alîgirên dewletê ne. Ev hêz di jêr navê Îslam û xelîfetiyê de dihat bikaranîn û kiryarên tûnd li dijî pêkhateyên herêmê pêkdianîn.
Ev jî yekem pêngava rêxistinkirî ya ji bo parçekirin û derxistina nakokiyên navbera eşîretên Kurdan bû. Wek du eniyan ‘Alîgirên dewletê’ û ‘Dijberên dewletê’ nav lê dihatin kirin.
Sîstema Parêzvanên Gund a dema komarê
Piştî rûxîna Osmaniyan û damezrandina Komara Tirkiyeyê ya sala 1923’an, siyaseta bikaranîna Kurd li dijî Kurd bi şêwazek nû berdewam bû. Bi taybetî jî di dema serhildanên li Bakurê Kurdistanê (serhildana Şêx Seîd, Agirî û Dêrsimê) têde hinek eşîretên alîgirên dewletê hevkariya artêşa dewleta Tirk kirin.
Ji damezrênerên PKK’ê Cemîl Bayik di pirtûka ‘Dîrokek ji agir’ de dibêje; “Dema me xwest em li Kurdistanê dest bi kar û xebatan bikîn, Partiya Rizgariya Neteweyî ya Kurdistanê (KUK) ku bi hevkariya dewleta Tirk hatibû damezrandin, êrişî ser me kir. Di wê demê de dewletê bi qasî wê komê hevalên me şehîd nexist.”
Di sala 1977’an de Saziya Îstixbarata Tirk (MÎT( komek sîxûriyê bi navê ‘Stêrka Sor’ ava kir. Beşek ji endamên koma sîxûr, endamên berê yên PDK-Tirkiye bûn. Di 18’ê Gulana 1977’an de li bajarê Dîlok (Entap) yek ji damezrênerên PKK’ê Hakî Karer û çend hevrêyên wî şehîd xistin.
Lê şêwazê herî sîstematîk yê cerdevantiyê di 26’ê Adara 1985’an de di serdema hikûmeta Turgut Ozal de hat ragihandin. Dema ku PKK’ê li Bakurê Kurdistanê dest bi xebata çekdarî kir, dewletê yasaya 442 guherî û sîtema ‘parêzvanên gundan’ (Koy kurucusu) avakir.
Dewletê çek û muçe da cerdevanan daku li dijî gerîlayên azadiyê şer bikin. Gundên ku sîstema cerdevantî nedipejirandin neçarî koçberiyê bûn, gundên wan hatin şewitandin û êşkence li xelkê gundan hat kirin.
Cerdevanên ku li Bakurê Kurdistanê di nava gel de wek ‘cehş’ tên binavkirin, ji ber şarezabûna wan ya li coxrafiya herêmê diketin pêşiya leşkerên Tirk û di xeta pêş ya şer de cih digirtin.
Serdema tarî ya kontra gerîla
Têgiha ‘Kontra Gerîla’ ji bo wan hêzên veşartî û ne yasayî yên di nava dewleta kûr a Tirk de li Bakurê Kurdistanê li dijî tevgera Kurd û çepgiran şer dikin tê bikaranîn. Ev têgih têkelbûna gelek hêzên cûda digre nava xwe.
Îstixbarat û Têkoşîna Dijî Terorê ya Cendermeyan (JÎTEM) saziyeke sîxurî û operasyonan a veşartî bû ku di salên 1990'î de li Tirkiyeyê, bi taybetî li Bakurê Kurdistanê, di bin sîwana Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan de xebat dimeşand. Yek ji saziyên herî tirsnak yên terorê bû, kiryarên vê hêzê revandin, êşkencekirin, kuştina çalakvan, rojnamevan û siyasetmedarên Kurd bû ku wek ‘Kujerên nediyar’ faili meçul tê bi navkirin.
Di wê qonaxê de têgiha ‘kontra’ ne tenê ji bo Tirkên netewperest bû, di heman demê de gelek komên Kurd wek ‘kontra gerîla’ jî di nav de hebûn. Ev ew kesbûn ku berê di nava refên gerîla da bûn û radest bibûn yan jî hatibûn girtin. Ji wan re digotin ‘Îtirafkar’ ji aliyê JÎTEM’ê ve dihatin çek kirin û ji bo sîxûrî û qetilkirina welatiyên Kurd dihatin bikaranîn. Ji berku ziman û şêwazê karê herêmê baş dizanîn.
Her wiha Hizbullaha Kurdî ku komek olî ya çekdar bû, li Bakurê Kurdistanê di salên 1990’î de ji aliyê dewleta kûr a Tirk ve hatibû avakirin û ji bo qetilkirina welatparêzên Kurd, rojnamevanên muxalîf, alîgirên tevgera azadîxwaz a Kurd dewletê piştgirî dida vê komê. Piştî ku erkên wan temam dibûn, dewletê serkirdeyên vê komê bêdeng dikir.
Rewşa niha ya cerdevantiyê
Di sala 2016’an de bi taybetî di dema parastina rewa ya li bajarên Bakurê Kurdistanê de, dewleta Tirk di nava taxan de torek sîxûriyê ya ji cerdevanan avakiribû. Armanca vê tora sîxûrî komkirina agahiyên li ser ciwanên Kurd bû. Ev tora sîxûrî heta van salên dawî jî dixebitîn.
Sîstema ‘parêzvanên gund’ ango cerdevanî heta niha jî berdewame. Li gor amaran, heta niha jî zêdetirî 72 hezar kes di vê sîstemê de kar dikin.
Dewleta Tirk di salên dawî de ne tenê li Bakurê Kurdistanê, di dema dagirkirina xaka Başûrê Kurdistanê de jî, wek hêza piştgiriya lojîstîkî sûd ji cerdevanan wertiye. Ev jî berdewamkirina heman stratejiya dîrokî ya ‘bikaranîna Kurd li dijî Kurde.’
Sibe wê ‘Li Başûrê Kurdistanê dîroka cerdevantiyê’ were dayîn.
(kş)
