Rêzên dirêj ên li ber stasyonên benzînê yên navçeya Koyeyê ya ser bi parêzgeha Hewlêrê ve, êdî ne tenê pirsgirêkeke xizmetguzariyê ye, belku bûye nîşanek zelal ya birêvebirina xirab û berpirsan a li hemberî êş û daxwazên rojane yên welatiyan. Di demekê de ku Herêma Kurdistan wek herêmeke dewlemend a xwedî çavkaniyên neft û gazê tê hesibandin, welatî neçarin di bin germahiya zêde ya havînê de bi saetan li benda lîtreyek benzînê bisekinin, ku ev yek dibe sedema westiyan û pûçbûna hêza wan. Derbarê mijarê de şofêrên Koye ji ajansa me re axivîn.

Şofêrê bi navê Fettah Hemedemîn, axivî û got: "Zêdetirî çar saet û bîst deqeyane ez di vê dorê de li benda benzînê me. Ev rewş encama kêmasiya xizmetguzariyê û xemsariya berpirsane. Ji bo herêmeke ku xwedan çavkaniyên xwezayî yên zêde ye, nabe welatî ji bo mafên xwe yên herî bingehîn, mîna benzînê, bi saetan li benda dorê bimînin."

Fettah dibêje; ‘‘Her du kurên min jiyana xwe feda kirin bi hêviya paşerojeke hîn çêtir, lê eger rewşa niha bi vî rengî be, ew qurbanîbûn bêwate dimîne. Guhnedana daxwazên welatiyan yek ji sedemên serekî ye ku rewş gihîştiye vê asta xirab a îro.’’

Şofêrê bi navê Nefez Kerîm bi heman awayî di rêza wergirtina benzînê de rawestiyaye. Nefez jî dibêje; "Nêzîkî saet û nîve ez di dora benzînê de me. Jiyana rojane ya xelkê tenê bûye bendewarî. Ev danûstandina bi gel welatiyan re, ne hêjayî gelê Kurdistanê ye. Di demekê de ku tankêrên neftê ber bi derve ve diçin, em ji ber kêmbûna benzînê û giraniya bihayê sotemeniyê livir di dora wergirtina benzînê dene.’’

Şofêr Resûl Heme jî got ku hinek welatî ji duh ve di rêza benzînê dene û got; ‘‘Ev rewş bêdadperweriyeke li hemberî mafên welatiyane. Gelê Herêma Kurdistanê di salên borî de qurbaniyên mezin dane, ji pêşmergetiyê bigire heta enfal û rûxandina gundan. Lê heya niha xizmetguzariyek hêja nehatiye kirin.’’

Şofêra bi navê Perîz Çeto jî li benda benzînê ye, cara çareme ku ji bo wergirtina benzînê tê û her carê neçar dibe, gelek saetan di dorê de bimîne. Perîz dibêje; "Ev rewş tenê ne pirsgirêka sotemeniyê ye, belku bandoreke rasterast li ser jiyana malbatan bi giştî dike; bi taybetî jinên xwedan zarok ku neçar dibin mal û zarokên xwe bixwe bihêlin ji bo girtina benzînê."

Perîz di dawiyê de daxwaza çareseriyeke lezgîn û bingehîn ji bo vê pirsgirêkê dike û hêvîdare ku di paşerojê de xelk ji van dorên dirêj rizgar bibin û karibin bigihîjin mafên xwe yên bingehîn.

Qeyrana benzînê li Herêma Kurdistanê bûye rûyê eşkere yê kêmasiya xizmetguzariyê û têkiliya xirab a di navbera berpirsan û welatiyan de. Heta ku çareseriyeke mayînde û rasteqîn ji bo vê qeyranê neyê dîtin, dem û jiyana welatiyan wê di bendewariyê de vale biçe. Ji ber ku xelk ji bo wergirtina benzînê, bi saetan di rêzê de dimîne.