Serdema paşayetî û Inglîzan (1919-1958)

Diyardeya cerdevantiyê li Başûrê Kurdistanê jî mîna Bakurê Kurdistanê li ser bingehê nakokiyên eşîrtiyê destpê kir. Dema ku Şêx Mehmudê Hefîd di sala 1919’an de li dijî Brîtanyayê serî hilda, Inglîzan siayseta ‘dabeş bike û kontrol bike’bi kar anîn.

Inglîzan hêzek navxweyî ji eşîrên cûda (eşîrên dijberê Şêx Mehmud yan jî pêkhateyên din) ava kir. Wan bi pere û çek li dijî şoreşa Şêx Mehmud hevkariya balafirên şer yên Brîtanyayê dikirin.

Taburên sivik (Musteşar) yên dema Baas’ê

Qonaxa herî metirsîdar û birêxistinkirî ya dema cerdevantiyê ya li Başûrê Kurdistanê di navbera salên 1977-1991’an a di dema rejîma Baas û desthilatdariya Sedam Huseyîn de bû.

Piştî hilweşîna şoreşa Îlonê ya 1975’an û despêkirina şoreşa nû, rejîma Baas sîstema ‘Taburên sivik’ avakir. Ji berpirsên van tabûran re dihat gotin ‘Misteşar’ ku piraniya wan serok eşîr yan jî kesên dilsozên rejîma Baas bûn.

Di dawiya salên 1980’yê de hejmara cerdevanan gihiştibû zêdetirî 150 ta 250 hezar çekdaran. Hejmara wan ji ya pêşmergeyan gelek zêdetir bû. Dewletê muçeyek baş, wesayît, pere û parêzbendiya yasayî dabû musteşaran. Gelek ciwan jî ji bo neçin leşkertiya neçarî ya Iraqê û şerê li gel Îranê, li deverên xwe dibûn cerdevan.

Di dema pêvajoya enfalê de musteşaran û cerdevanan (cehş) hevkariya artêşa Iraqê dikirin ku ev yek ji kiryarên herî qirêj ên dîroka cerdevantiyê ye. Wan rê li welatiyan digirtin, gundan talan dikirin û Kurdan binçav dikirin û radestî rejîma Baas dikirin û piştre jî piraniya wan kesan dihatin windakirin yan jî enfalkirin. Destê musteşaran sore bi xwîna zêdetirî 182 hezar Kurdan û şirîkê komkujiyên rejîma Baasê ne.

Raperîna sala 1991’an û rewşa piştî wê

Di dema raperîna adara 1991’an de Eniya Kurdistanî (PDK-YNK û aliyên din) bi peyamekê efuya giştî ji bo musteşar û cerdevanan derxist, lê bi mercê ku çekên xwe li dijî rejîma Baas bikarbînin. Piştî vê bangê piraniya cerdevanan di rojên raperînê de tabûrên xwe hilweşandin.

Ji ber vê efuya giştî û piştre jî ji ber despêkirina şerê navxwe yê navbera PDK’ê û YNK’ê ya di sala 1994’an de, piraniya wan musteşar û cerdevanên berê, nehatin cezakirin, di serde jî ji aliyê hizbên desthilatdar ve di jêr navên cûda yên wek ‘fermandey pêşmerge yanjî xanenişînên leşkerî’ hatin parastin û pile û post pê hatin dayîn daku hêza xwe ya eşîrtî di şerê navxweyî de bikarbînin.  

Yek ji kiryarên din yên cerdevantiya li Başûrê Kurdistanê, 31’ê Tebaxa 1996’an a PDK’ê ye ku mil da milê artêşa rejîma Baas û êrişî ser hêzên YNK’ê yên li Hewlêrê kir. Bi rêya PDK’ê tankên rejîma Baas ketin Hewlêrê û bi dehan Kurd hatin kuştin. Li Hewlêr û Silêmaniyê xwîna ciwanên Kurd herikî.”

Di 16’ê Gulana 1997’an de jî li gel despêkirina êrişên dewleta Tirk yên li dijî PKK’ê, PDK’ê jî hemwext êrişî ser nexweşxaneya Hewlêrê, navenda giştî ya Yekitiya Demokrata Kurdistanê, Navenda Çanda Mezopotamya ya Hewlêr, Yekitiya Jinên Azad ên Kurdistanê, rojnameya Welat û Welatê Rojê kir. Navendên van rojnameyan topbaran kir. Ev yek jî wek komkujiya Hewlêrê kete dîrokê. PDK’ê zêdetirî 80 gerîla, çalakvan, rojnamevan, siyasetmedar û welatiyan şehîd xist.

Ji wê rojê heta îro li gel êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê, pêşmergeyên PDK’ê hevkariya leşkerî û lojîstîkî didin artêşa Tirk. Gelek caran jî êrişî ser hêzên gerîla kirine û li gelek cihan jî baregehên artêşa Tirk li kêleka baregehên xwe danîne û ew parastine.

Di encamê de cerdevantî li Başûrê Kurdistanê wek amrazek dagirkeran û partiyan, ji serdema Inglîzan ve ta digihe rejîma Baas û qonaxa piştî raperînê hertim bûye sedemê sereke yê têkdana yekitiya gelê Kurd. Hertim bûye sedemê parçebûna navxweyî û lewazkirina doza netewî ya Kurd.

Sibe wê ‘Li Rojavayê Kurdistanê dîroka cerdevantiyê’ were dayîn.

(kş)

https://rojnews.news/ku/li-bakure-kurdistane-diroka-cerdevantiye-2/
https://rojnews.news/ku/tevger-u-diroka-ceteyen-li-rojhilate-kurdistane-1/