Serokê Encumena Emîndaran a Desteya Ragihandin û Peywendiyan a Iraqê, parlamenter û pispor li ser girtina pêngavên nû li dijî şîrketa Korek Telecom, ji rojnameya "Al-Sabah" re axivîn.

Li gorî Serokê Encumena Emîndaran a Desteya Peywendiyan Belasim Salim Cenabî ragihandî, di dema pêş de ewê li dijî Korek Telecom pêngavên tund yên zelal bavêjin û piştre jî dê encam bên eşkere kirin.

Endama Lijneya Veguhastin û Peywendiyan a Parlamentoyê Muna Mihemedawî diyar kir ku heta niha tu biryareke dawî li dijî Korek tune ye û hemû vebijarkên qanûnî li ser maseyê ne.

Muna Mihemedawî destnîşan kir ku lijneya wan çavê xwe ji binpêkirina mafên dewletê û serweta giştî re nagire got: “Şopandina vê dosyeyê dê heta gihîştina biryarekê ku dadperweriyê bîne cih û pereyê giştî biparêze berdewam bibe.”

Her wiha pisporê Ewlekariya Teknolojiya Agahdariyê Elî Enwer Îsa da zanîn ku Desteya Ragihandin û Peywendiyan wekî aliyê rêkxer ê kerta peywendiyan tê hesibandin û li gorî rênîşander û qanûnan kar dike.

Elî Enwer Îsa got: “Deyn li ser Korek kombûne ku wê bi rêya dadgehê û gelek rêyên din hewl daye wan paqij bike. Biryara dawî jî ji rêkeftin û dayîna şayisteyên darayî li gorî mîqdara drav adiyarkirî û li gorî lîsteyan pêktê.”

Her wiha Elî Enwer da zanîn ku ger Korek bersivê nede, dê hemû pêngavên qanûnî li dijî wê werin girtin ku dibe bigihîje standina destûra wî bi awayekî dawî, heta gavek din a alternatîfî were avêtin.

Hêjayî gotinê ye ku Korek, şîrketek ya peywendiyane ya Sîrwan Barzanî û PDK’ê ye. Korek yek milyar û 250 milyon dolar deyndarê dewleta Iraqê ye û hêj deynên xwe nedaye. Ji ber vê yekê jî peywendîdarkirina wê bi torên telecomê yên Iraqê re hatiye rawestandin.

(fk)