Li Qada Tehrîr ya Bexdayê bi xwepêşandek girseyî daxwaz hat kirin ku muçeyên her sê serokatiyên Iraqê, berpirsan, pile taybetan û parlamenteran di berçavan re bên derbaskirin, cûdahiya navbera muçeyê wan û karmendên din yên dewletê de bê kêmkirin.
Xwepêşanderan daxwaz ji aliyên peywendîdar kir ku lezê bikin di pesendkirina şêwazekî nû yê mûçeyan de, ku mafên karmendan mîsoger bike û hevsengiyê di navbera sazî û dezgehên cuda yên Iraqê de ava bike.
Hêjayî gotinê ye di rojên borî de, bi sedan derçûyên beşên bijîşkî yên zanîngehên Iraqê daketin qadan, xwepêşandan kirin û daxwaza tayînkirin û derfetên kar kirin.
(kş)
