Kêliyek berî niha li Çiyayê Ezmer yê Silêmaniyê şewat derket û heta niha sedema derketina şewatê nayê zanîn.
Li gor agahiyên bidest ketine, kêliyek berî niha şewateke mezin li Çiyayê Ezmer yê Silêmaniyê derketiye û heta niha sedema derketina şewatê nehatiye zanîn. Her wiha heta niha tîmên agirkujiyê negihiştine cihê şewatê.
Her wisa bayek bilez li Çiyayê Ezmer heye ku ev jî dibe sedem şewat zû li deverê belav bibe ku ev yek jî bibe sedema şewîtina rûberek mezin û ziyanê bigihîne jîngehê.
Têkildarî mijarê, Berdevkê Parastina Sivîl ya Silêmaniyê Aram Elî ji ajansa me re axivî û got; “Niha tîmên agirkujiyê gihiştine cihê şewatê û hewla kontrolkirina şewatê û pêşîlêgirtina belavbûna şewatê didin.”
Têkildarî sedema derketina şewatê jî da zanîn, heta niha sedema derketina şewatê nehatiye zanîn û lêpirsîna derbarê wê de didome.
(wd)
