Tevî soz û biryarên hikûmeta Herêmê yên ji bo daxistina nirxê benzînê, lê li Dihokê nirxê stomeniyê roj bi roj zêdetir dibe. Vê yekê jî bargiranî û fikarek zêde ji bo welatiyan çêkiriye.
Îro ji nişkan ve li bajêr 300 dînar çû ser nirxê benzîna ji cûrê normal. Niha li benzînxaneyên Dihokê yek lître benzîna normal bi 1850 dînarî tê firotin.
Benzîna ji cûrê Muhesen bi 2250 û ya Super jî bi 2590 dînarî tê firotin.
(kş)
