Gorî agahiyên hatine bidestxistin, piştî çend rojên windabûnê cenazeyê welatiyek li taxa Masîê ya bajarê Dihokê hate dîtin.
Hate zanîn cenazeyê hatî dîtin yê welatiyê bi navê Îmad Sabir (52) û niştecihê Dihokê ye. Piştî kesûkarên wî yên dervey welat çend caran peywendî li gel danîne û bersiv negirtine, polîsan agahdarkirine.
Piştî lêgerîna polîsan derket holê ku Îmad Sabir di mala xwe de jiyana xwe ji dest daye, cenazeyê wî rakirine tiba edlî.
Li gorî gotinên şahîdên buyerê, ev du rojin Îmad Sabir jiyana xwe ji dest daye, lê sedema wê nayê zanîn. Polîsan lêpirsîn dane destpêkirin.
(fk)
