Li gorî lêkolîn û şopandinên ajansa me Rojnewsê, nirxê yek lîtreya benzîna normal a bazirganiyê li Dihokê gihiştiye 1150-1200 dînaran. Giranbûna benzînê li ser şofêr, karker û welatiyan bargiraniyek zêde çêkiriye. Li gor gotina wan êdî ew nikarin di vê rewşê de berdewam bikin.
Welatiyek ku bi saetan bû di sireya wergirtina benzînê de sekinîbû, ji ajansa me re got: “Em li ber vê tavê şewitîn. Ev rewş salane bi taybetî di demsala havînê de dubare dibe. Kesek jî bi hewara me ve nayê. Welatî di vê rewşa xirab ya darayî de nikarin vê benzîna giran a bazirganiyê bikirin ku qalîteya wê jî xirabe û zererê digihîne wesayîtan.”
Li gor gotina çavdêrên aboriyê, sedemê bilindbûna nirxê benzînê û qeyrana heyî, ji ber nebûna çavdêriyek tûnd li ser kompanyên hawirdekirina sotemenî û destwerdana bazirganên ku bazara Dihokê di jêr kontrola wan de ye. Ew bazirgan bi dilê xwe nirx diyar dikin û ti lêpirsîn û lêkolînek li ser wan nayê kirin.
Di demekî de ku xelkê Dihokê li benda destwerdana bi lez a hikûmetê ye daku sotemeniyê peyda bike û bi qalîteyek baş û nirxek guncaw bifiroşe welatiyan, lê dengên nerazî yên welatiyan û daxwazên çavdêran ji aliyê saziyên peywendîdar ve bê bersiv tê hiştin.
(kş)
