Dezgeha Asayîşa Niştîmanî ya Iraqê têkildarî binçavkirina hejmarek bazirganên madeyên hişbir agahî da.

Hate ragihandin ku destpêka operasyonê bi çavdêrîkirin û şopandina tevgerê komê bû û ev hate gotin: “Piştre destûra dadweriyê hate girtin. Bendên kontrolê karî yek ji endamê komê di dema li ser sûc bû biçav bikin. Ev yek jî bû sedema berfirehkirina operasyon û lêkolînkirina li ser endamên din ên torê ku bên binçavkirin.”

Hate diyarkirin ku piştî agahiyên temam dest bi ser kargeheke ya hebên hişbir hate girtin û rê li belavkirina madeyên hişbir hate girtin.

Di operasyonê de 2,5 kîlogiram madeyên hişbir hate desteserkirin û nêzîkî 15 hezar heb jî. Sûcdarên hatine girtin jî ji bo cihên têkildar hatine şandin.

(eh)