Rêveberiya Polîsên Daristan û Jîngehê ya Germiyanê binçavkirina gumanbarekî bi tometa nêçîra qaçax ya firindeyan, li xala kontrolê ya Sewzbilax ya li sînorê Germiyanê ragihand.

Rêveberiya Polîsên Daristan û Jîngehê ya Germiyanê ragihand ku îro li tomerek ku nêçîra qaçax ya firindeyan (kewsîsk) dikir, li xala kontrolê ya Sewsbilax ya ser bi Îdareya Serbixwe ya Germiyanê hate binçavkirin. Her wisa ragihand ku li ser kesê tometbar gelek davên girtina firindeyan û 24 kewsîsk hatine desteserkirin.

Her wisa eşkere kir ku tometbarê hatiye binçavkirin radestî qereqola Polîsê Daristan û Jîngehê ya Xaneqînê hatiye kirin û Dadwerê Lêpirsînê yê Kelarê derbarê tometbar de lêpirsîn daye destpêkirin.

(wd)