Civakbûna herî sereke ya ku mirovan tîne ba hev û bi rêxistin dike Komîne. Bi komînê re pênaseya herî rast a hebûna xwe bi nav dike. Yê ku bikare pêşengî ji dem û pêşerojê re bikin zarok û ciwanin.
Piştî 2015’an Şengal ji çeteyên DAIŞ’ê hat rizgarkirin û şûnde di gelek aliyan de xebat hatin destpêkirin. Yek ji wan xebatan jî perwerdeya zimanê dayîkê bû. Ev yek heta radeyekê pir pêşde hatiye. Lê yên herî zêde meyildarên zimanê dayîkê ne zarokin.
Li gundê Kersê yê Şengalê komek zarok bi navê Komîna Gulberoj xwe birêxistin kirine. Ew ne tenê fêrî zimanê dayîkê dibin. Li ser giringiya komînê jî perwerde dibînîn. Li ser paqijî, hevaltiya rast û rêbazê jiyanê jî perwerde dibînin. er
Zarok her roj bi xwestekek mezin tên perwerda xwe dibînin û ji hevalên xwe yên taxê re dibêjin. Roj bi roj komîna xwe mezintir dikin.
