Di saetên êvarî de Rêveberiya Giştî ya Çandiniyê ya Helebce 2’emîn Hefteya Bazara Çandiniyê ya ji bo firotina berhemên navxwe ya cotyarên herêmê vekir. Cotyaran berhemên xwe li vê bazarê pêşkêş kirin.

Cotyarê bi navê Keywan Ferîq axiv û diyar kir ku hejmarek baş cotyar berhemên xwe anîne vê Hefte Bazarê û got: “Hemû berhemên me xwemalî ne û pêşkêşî xelkê dikîn. Xelk û geştyar serdana vir dikin û berhemên me dikirin. Liv û tevgereke baş li vê bazarê heye. Ji ber ku di warê kalîte û nirxê wê başe.”

Rêveberê Giştî yê Çandiniyê ya Helebce Star Mehmûd jî axivî û got: “Ev Hefte Bazare ji bo cotyar berhemên xwe bikarin bifiroşine û raste rast berhemên xwe pêşkêş bikin. Salên borî jî hebû û îsal rêjeya tevlîbûnê zêdetire. Ev bazar hemû salê werza Havînê her roja Înê destpê dike heta navîna Werza Peyîzê dewam dike.”

8 wêne
1 / 8

(eh)