Rêvebirê Rêveberiya Giştî ya Lawan a Helebceyê Werzêr Xerîb di derbarê çalakiyê de ji Rojnews’ê re axivî û got: “Me bi boneya Roja Cîhanî ya Ciwanan maratonek ji keç û xortên bajêr re lidarxist. Kesên serkeftî wê werin xelatkirin. Bername û planên me hene ku di siberojê de hîn zêdetir xizmetê ji ciwanên bajêr re bikîn. Em dixwazin derfetên kar ji bo ciwanan peyda bikin.”

Ji beşdarvanên maratonê Hewar Rustem diyarkir ew wek jinek ciwan tevlî maratonê bûye û di beza çar kîlometreyî de wî pleya çaremîntiyê bi dest xistiye. Min xwest ez kêrhatina xwe bi ceribînim.”

Di sala 1991’an de di konferansa cîhanî ya ciwanan ya li Viyanayê de, pêşniyara diyarkirina rojek cîhanîya taybet bi ciwanan hat kirin. Piştre di sala 1999’an de Komeleya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî biryara 45/120 erê kir û roja 12’ê Tebaxê wek Roja Cîhanî ya Ciwanan ragihand. Cara yekem jî di 12’ê Tebaxa 2000’an de ev roj li seranserî cîhanê hat pîrozkirin.

5 wêne
1 / 5

(kş)