HELEBCE-ROJNEWS
Bi armanca avakirina atmosfereke hunerî li bajarê Helebce konsereke bi navê ‘Mem û Zîn’ ji bo hunermend Dana Mehyedîn ku helbestên Ehmedê Xanî kiriye stran hate lidarxistin.
Li bajarê Helebce ya Başûrê Kurdistanê bi tevlîbûna gelek kesî Rêveberiya Giştî ya Rewşenbîrî ya Helebce bi hevkariya Saziya CDO konsereke bi navnîşana ‘Mem û Zîn’ ji bo hunermendê Kurd Dana Mihyedîn hate lidarxistin.
Rêveberê Giştî yê Rewşenbîrî û Hunerî yê Helebce Serxêl Xefar ji Rojnews re axivî û got: “Helebce bi xwe xwedî paşxaneke mezin ya huner û wêjeyê ya mezine. Ev çalakiya îro jî dikeve çarçoveya çand û hunera bajar. Ev konsere jî berhemên Şaîrê Kurd Ehmedê Xanî ye wê ji aliyê Hunermend Dana Mehyedîn ve bê gotin.”
Serxêl Xefar anî ziman ku Helebce yek ji bajarên Başûrê Kurdistanê ye di warê hunerî û rewşenbîrî de cihê wê diyare, bê navber konser û çalakiyên hûnerî lidar dixin.
Rêveberê Giştî yê Rewşenbîrî û Hunerî yê Helebce Serxêl Xefar ji Rojnews re axivî û got: “Helebce bi xwe xwedî paşxaneke mezin ya huner û wêjeyê ya mezine. Ev çalakiya îro jî dikeve çarçoveya çand û hunera bajar. Ev konsere jî berhemên Şaîrê Kurd Ehmedê Xanî ye wê ji aliyê Hunermend Dana Mehyedîn ve bê gotin.”
Serxêl Xefar anî ziman ku Helebce yek ji bajarên Başûrê Kurdistanê ye di warê hunerî û rewşenbîrî de cihê wê diyare, bê navber konser û çalakiyên hûnerî lidar dixin.(eh)
