Di saetên şevê de Rêveberiya Giştî ya Rewşenbîrî û Hunerî ya Helebce bi hevkariya Saziya Zarokparêzan a Kurdistanê li Salona Bajarê Helebce bi tevlîbûna ciwanên Helebce, Kelar, Xaneqîn û Koye Konserek bi navnîşana’ Sedeyek Muzîk û Hilberîn’ hate lidarxistin.
Têkildarî konserê rêvebera Giştî ya Ciwanan a li Saziya Zarokparêzan a Kurdistanê Nua Ebdulah ji ajansa me Rojnewsê re axivî û got: “Armanca me ji vê konserê ewe ku qala dîroka cuda ya muzîkê bikîn. Ji ber ku bi salan re pêşketin bi xwe re aniye. Ew komên ku tevlî konserê bûne jî Koma Çiyayê Helebce û Koma ciwanên ser bi Navenda Zarokparêzan a Kurdistanê ve ne. Her komekê qala 20 salên pêşketina muzîkê dikin, nimûne ji sala 1920 heta 1940’î dikin ku wan salan rewşa huner û muzîkê çawa bûn. Her wiha qala guherînên li ser muzîkê jî hatine kirin, dikin.”

Nua Ebdullah di dewama axaftina xwe de qala berhemên nûjen ên 6 ciwanan jî kir ku çawa karîne jîngehê biparêzin û bi rêya huner û berhemên xwe peyam gihandine civakê.
Herî dawî Nua Ebdullah diyar kir ku 6 komên stranên Kurdî û folklorî wê dekevin serdikê berhemên xwe pêşkêş bikin.
(eh)
