Ev nêzîkî du salane ku hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê hatine lidarxistin. Lê belê, parlamento hîn jî çalak nebûye û hikûmta nû jî nehatiye avakirin; ango hikûmetek demborî li ser kare. Rewşa herêmê bi temamî gihiştiye rewşeke siyasî ya xirab. Şerê berjewendiyên partî û paşguhkirina daxwazên hilbijêran jiyana welatiyan dijwar kiriye. Parêzer Bekir Heme Sidîq û Endamê Mekteba Siyasî ya Hizba Komunîst a Karkerên Kurdistanên Cemal Muhsîn têkildarî mijarê ji ajansa me re axivîn.

Parêzer Bekir Heme Sidîq got, "Avanekirina hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê tenê peywendiya xwe bi PDK û YNK’ê ve heye. Gelek nakokiyên wan yên siyasî hene ku rehên wan kevnin. Ger ew hikûmetekê ava bikin, bêgûman bandorek erênî li ser jiyana aborî û civakî ya gel dike. Niha, parlamento kar nake, ev tê vê wateyê ku tu çavdêriya hikûmetê tune ye. Lewma rewş wisa aloz û tevlîhev bûye ku kes nizane kî wezîre û kî hikumdare.”
Her wisa Bekir Heme Sidîq got; "Ev her du hêze qeyranekê ji bo qeyraneke din çêdikin. Pirsgirêkên wek ewlehî, aborî û berjewendiyên hizbî di navbera PDK û YNK’ê de gelekin. Van her du hêzan ji 1992’yê ve ji bo berjewendiyên gel tu guhertin di xwe de çênekirine. Ji ber ku ew tenê propagandayê dikin û ji qelsiya hişê Kurd sûd werdigirin. Wekî din, wan bi hezaran caran propagandaya guhertin û xebata baş kirin. Lê ew tenê di gotinan de man.”
Di dawiyê de Parêzer Bekir Heme Sidîq diyar kir ku van herdu hêzan (PDK û YNK) hemû saziyên dadwerî, cîbicîkar û çavdêrî têk dane û got; “Divê ev parlamenter helwestek bigirin, êdî qet bêdeng nemînin, bi awayên cûda zextê çêkin û wijdanê xwe rehet bikin. Ji ber ku niha Herêma Kurdistanê di xetereyê de ye û divê em ji bo guhertinên radîkal û avakirina hikûmetê zextê bikin.”

Her wisa Endamê Mekteba Siyasî ya Hizba Komunîst a Karkerên Kurdistanên Cemal Muhsîn di heman demê de rexne li PDK û Yekîtîya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) girt û got: " Ew tiştê ku li Herêma Kurdistan û Iraqê diqewime dizî û gendeliyeke bê sînore. Bi milyonan dolar dibin û berîka welatiyan jî vala ye. Hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê hîn nehatiye avakirin û jiyana welatiyan rawestiyaye. Lê gelo şîrket û karsaziyên wan rawestiyane? Bê guman na. Ji bo dahata zêdetir, ew bihayê sotemenî û benzînê ji bo berjewendiya şîrketên xwe bilind dikin. Hikûmet jî dezgeheke îdarî ye ku karê şîrketên hizbî birêve dibe.
Di dawiyê de got; “PDK Û YNK her cûre hikûmet ceribandine. Dema ku ew îdîa dikin ku hikûmetek baş heye, ew tenê axaftinin. Çi tiştê ku weke petrolê dikeve destê van her du hizban, berhemê wê ne ji bo gele. Wan tenê ji bo xwe ye û mirov hîn jî li pey neft û gazê baz didin. Ev herdu hêz gihiştine rewşek bêçare. Divê gel bi xwe çareseriyekê bibîne, ji bo hilweşandina vê rejîmê li kolan û taxan serhildanek girseyî bide destpêkirin. Heta wê demê, divê mirov çi ji destê wan tê bikin da ku xwepêşandanan bikin.”
(wd)
