Li Herêma Kurdistanê, pirsa kalîteya benzînê bîst salin bûye sedema nîqaş û nerazîbûneke mezin; bi taybetî îsal ji ber kalîteya xirab a benzînê, bi sedan wesayît şewitîn û xirab bûn. Hostayên çêkirina wesayîtan bi belge destnîşan dikin ku sedema xirabûna wesayîtan benzîna xerab a desthilatê ye.

Di du rojên borî de li bajarê Silêmaniyê du bûyerên mezin ên teqîna tankên benzînê pêk hatin. Di beşek ji lêkolînan de sedemên destpêkê ji bo kalîteya xirab a benzînê tên dîtin; tevî ku heta niha lêkolîn bi dawî nebûne û encam nehatine eşkere kirin. Ji ber vê yekê, pisporên jîngehê metirsiyeke mezin a li ser kalîteya xirab a benzîna li Herêma Kurdistanê radihînin û dibêjin ku ev mijara sedema nexweşiya penceşêrê ye.

Mamostaya zanîngehê û pispora jîngeh û fîzyolojiyê Dr. Seher Hisên, ji ajansa mere derbarê mijarê de axivî û got: "Benzîna pîs bi giştî dibe sedema pîsbûna jîngehê. Dema ku motora wesayîtan di dema şewitandinê de gaza kûgirtê derdixe, ev gaz dikişe nav atmosfera hewayê û li gel pêkhateyên din ên di avhewayê de têkilhev dibe, ev yek jî dibe sedema pîsbûna hewayê."

Dr. Seher bal kişand ser wê yekê ku benzîna pîs bi temamî naşewite; ji ber ku asta oktanî ya vê benzînê nizme, dûman, gaza karbonmonoksîd û kûgirtê ji motorên wesayîtna derdikeve û dikişe nav hewayê. Dr. Seher got ku ev kûgirt nahêle ku germî ji hewayê derkeve, ev rewş bixwe dibe sedema guhertina avhewayê ku ew niha di vê serdemê de germiyeke pir pîs hîs dikin.

Seher di dewama axaftina xwe de got; "Dema ku ev gazên ji dûmana wesayîtan derdikevin dikişin nav jîngehê, dar û daristan nikarin rûberê hewayê bi temamî paqij bikin. Ji ber van gazan, rêjeyeke pir zêde ya gazên serayê (germxane) ava dibe. Ev kûgirt di nav hewayê de dimîne û li gel hewayê têkilhev dibe, ev yek barana asîdî ava dike ku paşê ev baran xak, çavkaniyên avê û zincîra xwarina me bi temamî jehrî dike."

Dr. Seher diyar kir ku ev her du kofiyên reş (dûmana reş) ên ku ji ber benzîna pîs dikişin nav atmosfera hewayê, rêjeyeke pir zêde ya qurşînê di nav xwe de dihewînin û got; ‘‘Ev yek jî di pergala bêhnstendina me de pirsgirêkan ava dike û dibe yek ji sedemên sereke yên nexweşiya penceşêrê. Sedema vê yekê jî ew benzîna pîse ku îro di bazarên Herêmê de bi awayekî berfireh belav bûye.’’

Lêkolînerê jîngehê Hakat San Sarafiyan jî bal kişand ser wê yekê ku ev benzîna li Herêma Kurdistanê û Iraqê tê hilberandin, li gorî pîvanên cîhanî yên jîngehê tije qurşîne û wiha pêde çû; ‘‘Ev yek jî bandoreke rasterast li ser tendurustî û jîngeha hemû welatiyan dike. Ev di demekê de ye ku niha li piraniya welatên Ewropayê li gorî qanûnê bikaranîna benzîna bi qurşîn qedexe ye û nayê firotin, lê mixabin li vir tê hilberandin û tê bikaranîn. Bandora her mijara ewe ku dibe sedema nexweşiyên demdirêj û metirsîdar ên mîna penceşêrê, ev tenê pênaseyeke ji bo maddeyên din.’’

Sarafiyan got; "Wesayîtên li vir piraniya wan tu parzûn (fîltre) tê de nînin ku guhertina gaza yekemoksîdê karbonê bike duayemoksîdê karbonê; ji ber ku yekemoksîdê karbonê maddeyeke bi temamî jehrî ye ku dikişe nav pişik, qirik û bêhnstendina mirovan. Ya hîn metirsîdar jî wesayîtên bi gaza mazot dixebitinin, ji ber ku ev wesayît xwedî dûmaneke reş a pir giranin û di her 8 lîtreyên mazotê de dibe ku zêdetirî kîlogram deoksîda karbonê berhem bînin."