Li Herêma Kurdistanê nirxê her sê cûrên benzînê gelek giran bûye. Hikûmeta demborî jî ti planek wê ya ji bo daxistina nirxê benzînê nîne. Ev jî di demek de ye ku hikûmeta Iraqê rojane 50 hezar bermîl nefta xam ji bo peydakirina benzîn, mazot û nefta spî dide hikûmeta Herêmê daku binirxek erzan bigihe dest welatiyan. Lê nirxê sotemeniyê her diçe girantir dibe.

Cotyar Selam şofêrê taksiyê ye, li ser giraniya benzînê got: “Tişta tê dîtin rewşa me ya di vê qeyranê de ye. Em şofêrên taksiyan zerermendên sereke ne. Ev giraniya nirxê benzînê bargiranî li ser me çêkiriye û em nikarin nirxê veguhestinê giran bikîn, ji berku welatî qebûl nakin. Ev benzîna hikûmî ya tê dabeşkirin başe, lê gelek demê me dixwe ji berku qerebalixiyek zêde çêdibe. Ew benzîna bazirganî ku ji derve heye, ger qalîteya wê baş be nirxê wê gelek girane. Daxwaz dikîn ku nirxê benzîn û mazotê were kêmkirin. Bi vî rengî zererek mezin digihe me.”

Li Herêma Kurdistanê du cûr benzîn heye, yek ji wan hikûmiye û nirxê lîtreya wê bi 750 dînare û ji cûrê normale. Lê şofêr ji bo wergirtina çend lîtreyek ji vê benzînê bi saetan di sireyê de disekinin. Gelek caran jî nagihe hemûyan. Ya duyem jî benzîna bazirganiye ku nirxê wê yê ji cûrê normal li Slêmaniyê 1040 dînar, Muhesen 1250 û Super jî bi 1400 dînara ye.

Şofêrê bi navê Soran Heme Ferc jî têkildarî giraniya nirxê benzînê got: “Giraniya nirxê benzînê bandorê li ser veguhestin û hatûçonê kiriye. Em nizanin çima giran dibe. Aliyê berpirs ku hikûmete ti tiştek li ser giraniya benzînê nabêje. Benzîna hikûmî ku nirxê wê 750 dînare başe, lê gelek kême û pêwîste were zêdekirin, ji berku qerebalixiyek zêde li ser çêdibe.”

Soran Heme Ferc diyarkir ku benzîna bazirganî gelek girane û qalîteya wê jî nebaşe. Em daxwaz dikin ku nirxê sotemeniyê bi giştî bê erzankirin û wek bajarên Iraqê lê were kirin. Pêwîste alîkariya xelkê bêkirin û mafê hemû keseke bi erzanî benzîn bi dest bixe. Hikûmeta Iraqê sotemenî dihinêre lê nagihe destê xelkê û nirxê wê jî zêde dibe.”

Şofêrê bi navê Mihemed Ebdullah jî eşkere kir ku ger nirxê benzînê erzan be, wê dahat û tevgera nava bazarê jî baştir be û got: “Giraniya ku niha heye rasterast bandorê li ser dahata me kiriye. Me nirxê veguhestinê giran nekiriye û bi heman nirxê salên berê ye. Lê nirxê benzînê çend qat zêdetir bûye û karkirina me ti sûdê xwe nemaye.”

Mihemed Ebdullah got: “Ji bo wergirtina benzîna hikûmetê em rojane tên bi saetan dikevin sireyê û gelek demê me dixwe. Benzîna bazirganî jî nirxê wê gelek girane û qalîteya wê jî nebaşe. Em karê taksiyê dikîn û ji bo me nabe. Ji ber vê çendê em daxwaz dikîn nirxê benzînê ji bo berjewendiya giştî were daxistin.”

Têkildarî giraniya sotmeniyê Parlamenterê Herêma Kurdistanê Omer Gulpî jî ji ajansa me re axivî û got: “Di rastiyê de li Herêma Kurdistanê ti hincetek ji bo girankirina nirxê benzînê nîne. Ji berku parzûnkirina neftê berdewame. Her çiqas hinardekirina bi rêya boriyê kêm kiriye, lê beşa Herêma Kurdistanê ya parzûnkirina neftê berdewame. Ji meha Îlonê ya 2025’an ve li Herêma Kurdistanê bi hinceta berhemê navxwe, 50 hezar bermîl neft ji hikûmeta Iraqê tê wergirtin, ku rojane piştî tê parzûnkirin dike 4 milyon lître û pêwîstiya navxwe ya Herêmê jî rojane bi 5 milyon lître benzînê heye.”

Parlamenter Gulpî da diyarkirin ku ew nefta tê parzûnkirin ger bê xistina bazarê wê lîtreya benzîna herî baş jî negihe hezar dînarî. Gulpî got: “Lê ya diyar ewe ku benzîna tê amadekirin nayê xistina bazarê. Belgeya wê ewe ku rojane 400 tankerên sotemeniyê dişînin Tirkiyeyê. Ji sedî 80’yê benzînê di jêr destê hikûmet û her du aliyên desthilatdar de ye, ji sedî 20’ê din jî bi bihayekî giran ji bo gele.”

Di dawiyê de jî parlamenter Omer Gulpî got: “Pêvajoya parzûnkirina 50 hezar bermîlên neftê ne zelalî têde heye. Çima benzîna ku bi 750 dînarî ye xelk neçare bi saetan di sireya wergirtinê de bisekine. Qalîteya wê jî xirabe. Rê nayê dayîn hikûmeta Iraqê benzîna erzan jî bişîne. Ev rewş dibe sedemê giraniya nirxê veguhestinê. Ji bona wê berpirs naxivin, ji berku dosyayek mezin ya gendeliyê di pişt bazirganiya netê de heye. Ji bo dabeşkirinê jî em dibînin ku navçeyek mezin wek Qeladizê yek lître benzîna hikûmî jêre naçe. Çareserî jî ewe ku xelk li dijî vê rewşê dengê xwe bilind bikin.”

6 wêne
1 / 6

(kş)