Li gundê Belxeyê yê li ser sînorê Hewramanê, Dayê Mesûm û Mam Osman du hevjînên ku temenê wan ji 70 salî derbas bûye, mil dane ber zehmetiyên jiyanê. Ew ji bilî karên rojane yên malê, car caran karê cotkariyê jî dikin. Gava peyamnêrê ajansa me bi tesadûfî serdana gund kir, ew dîtin ku mijûlî çêkirina xoşava tûyanin.
Çêkirina xoşavê karekî girane û ne hêsane, lê ew herdû hevjîn bi hev re alîkariyê dikin. Her çend hêza Dayê Mesûmeyê gelekî kêm bûbe û mîna berê nikaribe di karên derveyî malê de alîkariya Mam Osman bike jî, vê carê di çêkirina xoşava tûyan de bi her awayî alîkariya wî dike.
Mesûme Evdilqadir a ku temenê wê niha ji 70 salî derbas bûye, li gorî gotina wê bijîşkan jê re gotine ku ji ber êşa pişt û lingên xwe divê nexebite. Lê ew hêjî berdewame û wek jineke kedkar mil daye ber giraniyên jiyanê. Wê çîroka xebata xwe ji Rojnewsê re vegot û wiha anî ziman: “Ev xoşava ku em çêdikin, tûyên darên me ne ku me kom kirine û em xoşava tûyan jê çêdikin.”
Dayê Mesûme her wiha got: “Ev kar zehmetî û westaneke mezin dixwaze. Rojek beriya ku ez tûyan bikim xoşav, ez wan baş hildibijêrim û paqij dikim da ku tu tiştekî pîs tê de nemîne. Paşê ez wan dikelînim û dikim xoşav, di dawiyê de jî difroşim kirîdar û muşteriyên xwe.”
Wek Dayê Mesûme ku niha temenê wê çûye serî, lê hêjî di xebat û berxwedana xwe de berdewame, dibêje: “Ger gopalê min di destê min de nebe ez dikevim û nikarim bimeşim, ev jî ji ber êşa çokên mine. Jinên Hewramanê di rabirdûyê de hemû bi baxçevanî û lawirvaniyê ve mijûl bûn, lê niha ev tişt nemaye. Ez bi vî temenê xwe bi xwe dixebitim û hez dikim baxçan av bidim. Niha jî mijûlî çêkirina xoşava tûyanim, lê hêz û taqeta min a berê nemaye.”
Mam Osman jî mîna hevjîna xwe, nexweşiya piştê pê re peyda bûye û hêza wî ya xebatê mîna ya berê nemaye. Lê tevî temenê xwe yê mezin, di çêkirina xoşava tûyan de alîkarekî pir baş ê hevjîna xwe bû. Ew li bin sêlma hênik a xaniyê xwe û li ser textê darîn rûniştibû û ji Rojnewsê re axivî.
Mam Osman got: “Jiyana me ya li vir avdana van baxçeyên me ye. Avhewaya herêma me hênike, şevan bê betanî mirov nikare rakeve. Berê dema ez ciwan bûm, hevjîna min di karên baxçe û avdanê de alîkareke pir baş a min bû. Niha hêza wê ya berê nemaye, ji ber wê ez alîkarekî pir baş ê wê me. Her tiştê ku jê re pêwîst be ez jê re dikim. Çêkirina xoşava tûyan gelekî zehmete, em karê xwe bi hev re dikin.”
Wekî ku Mam Osman bi xwe behs kir, van çend salên borî ji ber kêmaviyê, hemû baxçeyên wî hişk bûne, ji ber wê jî ew xweşiya berê li herêmê nemaye. Wî got: “Jiyana me ya li vir baxçevanî û çend karên dine, lê tu dahateke wusa mezin jê nayê. Hewraman herêmeke hênik û xweşe, welat û ax şirîne, ji ber wê ez li vir rûniştime.”
(fk)


