Di pirtûkê de Dr. B., gava di tecrîdê de ye bi pirtûka tenê ya şetrencê ku dikeve destê wî, pêşî hebûna xwe diparêze. Paşê lîstikê di hişê xwe de dike du parçe, hem dibe avaker hem jî dijber. Li ser navê aliyê din ê ku wekî "aliyê beramber" pênase dike jî neçar dimîne ku hemleyan bike. Lîstika yek-kesî ku pêş de diçe, êdî dehşetê bixe dilê avakerê lîstikê.
Di hevdîtina heyetê ya dawî de axaftina Serok Abdullah Ocalan a ku dibêje: "Rewş vediguhere şetrenca yek-kesî. Piştî demekê ji ber ku muxatap berpirsiyariyê nagirin ser xwe, gava diyalog û muzakere vediguhere lîstikekê ku tu bi xwe re û li dijî xwe dilîzî, vediguhere halê dehşetê" ne hevokên wisa ne ku jixweber hatine gotin. Ev îfade metaforek xurt e ku zehmetî û paradoksa ku ramana siyasî û pratîka muzakerê di tecrîda ku belavî salên dirêj bûye de pê re rû bi rû maye vedibêje.
Ev îfade metaforeke xurt e ku ew zehmetî û paradoksa ku fikrê siyasî û pratîka muzakerê di nav salên dirêj ên tecrîdê de rû bî rû maye, vedibêje.
Muzakereyên siyasî ji ber xwezaya xwe, xwe disperê hunera diyalogê. Xwe li ser wê esasê ava dike ku aktorên cihêreng karibin dengê hev bibîzin, bersivê bidin hemleyên hev. Nêzîkati û ramanên cihêreng di xwezaya muzakerê de hene. Tiştên ku jê re "aştiya muzakerê" an jî "lihevhatin" tê gotin jî, ew peyman e ku bi pevçûna tund a cudahiyan çêdibe.
Lê gava kanala peywendiya dualî tê girtin, muzakere cihê xwe dide xwendina niyetan û texmînan. Kirdeyê siyasî yê ku nikare rasterast hîn bibe ka aliyê beramber çi difikire, bi demê re dest pê dike ku wê di hişê xwe de ava bike. Gava em li tabloya îro dinêrin di kanalên televizyonê de, rojnameyan de û li ser kursiyên siyasî piraniya caran bi têgihênek wisa nêzîkî Serok Öcalan dibin. Retorîk û zimanê fermî yê pêncî salî, xwendina Serok Ocalan çavkaniya wî û fêmkirina rast a paradigma wî asteng dike. Ev têgihîn ne bi awayeke xwezayî çêbûye; em bi hişmendiyeke xwar a ku bi zanebûn hatiye afirandin re rû bi rû ne.
Em vegerin ser metafora "şetrenca yek-kesî". Serok Ocalan di mercên sînordar ên Îmraliyê de, li aliyekî bendewariyên tevgera xwe û gelê xwe, li aliyê din daxwazên civaka Tirkiyeyê, fikarên dewletê û hewcedariyên paşerojê di heman hişî de temsîl dike, hewl dide ji pirsgirêkan re çareseriyê bafirîne. Muzakere û siyaset hema hema ji pêvajoyeke piralî ya di navbera aktorên muxatap de derketiye, veguheriye lîstikeke şetrencê ku hemû barê wê dikeve ser mile aktorekî tenya.
Bîranîna qehremanê Zweig Dr. B. tam di vê qonaxê de girîngiyê qezenc dike. Di destpêkê de şetrenc ew li ser piyan digire. Fikirîn, analîzkirin û afirandina hemleyan hêviya jiyanê ya ku dihat xwestin bê tune kirin, diparêze. Asta krîtîk a hişyariya Serok Ocalan jî dişibe ya di çîrokê de. Dr. B. gava şetrenca yekkesî bi pêş ve dibe, heman mekanîzma berevajî dibe û wî bi barekî di asta dehşetê de rû bi rû dihêle. Berdewam bi xwe re lîstin, li hemberî xwe hemle pêşxistin dibe asteng ku bi rola xwe ya esasî rabe. Dijber êdî ne rastî ye, lîstik vediguhere qada dehşetê.
Ev şibandin ji bo siyaseta îro hişyariyeke girîng dihewîne. Li ser masayekê ku muxatapên bihêz, wêrek û xwedî însiyatîf lê tune ne, şaşfêmkirin mezin dibin, pêşdaraz kûr dibin, siyaset hêdî hêdî li şûna muxatapên rastîn bi aktorên ku di hiş de hatine sêwirandin dimeşe. Israra Serok Ocalan a "Ez li muxatapekî digerim" ku di salên 90'î de dest pê kiribû gava digihe îro mesafeyeke berbiçav girtiye, muxatabê xwe bi keda xwe afirandiye. Lê dîsa jî asta îrade, însiyatîf û biryardariyê hêj ne xurt e ku ev dibe sedem pirsgirêka muxatabiya lawaz berdewam bike.
Gava em ji aliyê felsefî ve dinêrin em bi wê rastiyê re rû bi rû dimînin ku mirov encax dikare xwe tenê bi rêya hişmendiyeke din biceribîne. Gava li beramberî wî "yê din" ê rastîn tune be raman berdewam xwe ji nû ve diafirîne. Li cihê ku cîhana hevpar winda dibe siyaset û muzakere jî lawaz dibe.
Îro di gelek qadên pevçûnê ên cîhanê de yek ji pirsgirêkên bingehîn ên ku tê dîtin ev e. Gava li cihê peywendiya dualî, temsîliyet û texmîn rûdinên her aktör yê din di hişê xwe de ji nû ve diafirîne. Lê belê aştiya rastîn, ne bi rakêşê ku di hiş de hatiye ava kirin, bi axaftina bi muxatabê rastîn re tê ava kirin.
Metafora "şetrenca yek-kesî" ku Serok Ocalan bikar aniye; barê hişî yê ku ji neçariya fikirîna hesasiyetên tevgerê, bendewariyên gel û fikarên dewletê bi tenê çêbûye, paraleliya ku bi karakterê Dr. B. yê Zweig re hatiye ava kirin watedar dike.
Belkî peyama herî girîng a berhema Zweig ev e: Hişê mirov xwedî hêzeke berxwedanê ya derasayî be jî tu hiş nikare heta hetayê bi tenê siyasetê biafirîne. Şetrenc lîstikekê ku bi du kesî tê lîstin e. Şetrenca yek-kesî navê lîstikê nîne, navê neçarîyê ye.
Guhdana axaftina Serok Ocalan ya herî rast e: "Daxwaz û îtirazên DEM Partiyê, gel û tevgerê hene; îtiraz, nereheti û daxwazên dewletê hene. Carna li ser navê tevgerê gavên ku hesasiyetan berçav digire davêjim, carna xwe dixim cihê aliyê beramber û li gorî hesasiyetên wan hemleyan dikim. Rewş vediguhere şetrenca yek-kesî. Piştî demekê gava vediguhere lîstikeke ku tu bi xwe re û li dijî xwe dilîzî, ev vediguhere halê dehşetê. Rêya dawîanîna li vê rewşê, derxistina muxatabên biîrade û xwedî însiyatîf ên ku rê li ber muzakerê vedikin e ku werin beramberî min. Pêwîst e ev qanûn teqez xwedî wê kalîte û karweriyê be ku dawiyê li vê rewşê bîne."
Ev tespît û şibandin rexneyeke xurt îfade dike. Tiştên ku divê dost jî, dijber jî bigirin ser xwe hene.
Rastiyeke din jî em fêm dikin: Rêbertiya Ocalan ne wekî temsîlkarê aliyekî, wekî rêber li ser navê hemû gelan û civakê bi hemû aliyan re muzakerê dike.
Çavkanî: Rojnemeya Yenî Yaşam
