Rêveberê Desteya Parastina Civakî ya ser bi Wezareta Kar û Karûbarên Civakî ya Iraqê Ebdulrehman Mensûrî gendeliyeke mezin eşkere kir û ragihand ku bi hezaran kesan bi awayekî neqanûnî mûçe standine.

Ebdulrehman Mensûrî diyar kir ku pêvajoyek hûrbînî û kontrolkirina navên mûçegiran bi berdewamî tê meşandin û heta 4'ê Gulana 2026'an, hejmara wan malbatên neqanûnî mûçe wergirtine, gihîştiye zêdetirî 380 hezar malbatî.

Di derbarê vegerandina wan pereyên hatine talankirin bo xezineya dewletê de, Mensûrî diyarkir ku nêzîkî 240 milyar dînarê Iraqê hatiye vegerandin. Mensûrî da zanîn ku beşek ji van pereyan bi awayekî nexdî û beşek ji wan jî bi sîstema teqsîtan hêdî hêdî tên vegerandin.