Li navçeya Kelar ya ser bi Herêma Germiyanê, xwediyên dermanxaneyan li dijî girtina cihên karên xwe li hev civiyan û daxuyaniyek çapemeniyê dan.
Li ser navê xwediyên dermanxaneyan Erkan Mihemed daxuyaniyek da û diyar kir ku wekî karmendên tendurustiyê wan heta niha xizmeteke pir mezin gihandiye welatiyan û got; ‘‘Mixabin hinek alî zextê li me dikin û dixwazin dermanxaneyên me bigirin. Em bang li hemû aliyên peywendîdar dikin ku dengê me bibihîsin û piştgiriya me bikin. Di vê demê de ew dixwazin wan karmendên tendurustiyê yên ku dermanxane vekirine ceza bikin, dermanxaneyên wan bigirin û wan derxînin pêşberî dadgehê. Ev nêzîkatî li dijî mirovahiyê ye, ji ber ku van kesan di her şert û mercî de xizmeta gelê xwe kirine."

Karmendan bal kişandin ser xebatên xwe yên berê û gotin: "Em wekî xwediyên dermanxaneyan; di qonaxa raperînê de, di serdema piştî raperînê de, di dema şerê li dijî DAIŞ'ê û di dema belavbûna vîrûsa Koronayê de me xizmeta niştecihên vê herêmê kir. Lê niha li sînorê Rêveberiya Germiyanê neheqî li karmendên tendurustiyê tê kirin. Em daxwaz dikin ku hemû alî piştgiriya me bikin û bersivê bidin daxwazên me yên rewa."

