Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cudî (Mexmûrê) salvegera 42. emîn a 15’ê Tebaxê bi dirûşmeya ‘Bi Rêbertiya Azad, Ber bi Civaka Demokratîk ve Cejna Vejînê li Gelê Kurd Pîroz Be’ bi coş hat pîrozkirin.
Şahiya ku li Navenda Çand û Hunera Mexmûrê hate lidarxistin, endam û rêveberên sazî û dezgehên civakî û bi sedan şêniyên wargehê tevlî bûn.
Qada şahiyê bi wêneyên Rêber Apo, Şehîdên şoreşê, alên KCK’ê hatibû xemilandin û dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bijî Berxwedana Gelê Kurd” hatin berzkirin.
Hevseroka Meclîsa Gel a Mexmûrê Hezar Nerexî axivî.

Hezar Nerexî di şexsê fermandar Egîd (Mahsum Korkmaz) de hemû şehîdên Tevgera Azadiyê bibîr anî û destnîşan kir ku pêngava 15’ê Tebaxê ji bo wan jiyan, çand û hebûn ji nû ve afirand.
Hezar Nerexî di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku derketina pêngava 15’ê Tebaxê ne ji rêzê bû, lê encama berxwedaniya zindana Amedê de derketiye holê û diyar kir ku bersiva hovîtiya faşîzma zîndanan bû.
Hezar Nerexî wiha domand: “Ger pêngava 15’ê Tebaxê bi pêş neketiba, wê mîna dîroka Kurdistanê qirkirinên Geliyê Zîlan, Dêrsîm û hwd. li ser gelê Kurd bi dawî nebûya, wê îro navê Kurd û Kurdistanê li Meclîsa Tirkî nebûya mijara nîqaşê. Îro pêvajoya ku Rêber Apo daye destpêkirin, li ser hîmê ruhê 15’ê Tebaxê bi pêş ketiye û wê têkoşîna 50 salî bighîje serkeftinê.”
Têkildarî Pêngava 15’ê Tebaxê sînevîzyonek hate temaşekirin.
Koma Çand û Huner, Stêra Zêrîn, Koma Govendê ya Kulîlkên Azadiyê, Hunermend Sumeyya Mihemed û hunermend Seyîd Riza derketin ser dikê stran û hûnera xwe pêşkêş kirin.
Şahî heya derengiya şevê berdewam kir.
(bm-jp/eh)
