Çalakiya nobetê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) di 20’ê Tîrmeha 2023’an de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan hatiye destpêkirin, di roja 1129’an de bi koma 217’an didome.
Dewrgirtina çalakiya nobetê li Saziya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê bi deqeyek rêzgirtinê ji bo giştî Şehîdên doza azadiya Kurdistanê destpê kir. Piştî rêz girtinê li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Husên Hilalî axivî û wiha got; “Ev çalakiya ku em niha li vir dikin ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo ye. Ji ber em azadiya xwe di azadiya Rêber Apo de dibînin. Azadiya Rêber Apo dawî anîna şerê li Rojhilata Navîne. Ji ber wê çendê erke her welatparêzeke ku her xebatê dikeve ser milan bike ji bo azadiya fîzkî ya Rêber Apo. Ji bo ku pêvajoya aştî û civaka demokratîk bi awayê serkeftî bi encam bibe pêwîste derfetên xebatên azad ji Rêber Apo re were afirandin. Ji ber ku Rêber Apo xwedî wê hêzê ye ku vê pêvajoyê bi awayekê serkeftî encam bike.
Dewleta Tirk pêwîste dest ji zimanê xwe yê tehrîk berde, ev şansê dawîne, ger ev pêvajo awayekê serkeftî encam nebe wê sedsalek din jî şer û pevçûn berdewam bikin. Em wek gele Wargeha Şehîd Rustem Cûdî pişgiriya xwe ji vê pêvajo re dikin û Rêber Apo çi biryar bide em amade ne pêk bînin.
Dewirgirtinê di bin dirûşmeyên ‘Bê Serok Apo’ û ‘Bijî Serok Apo’ pêkhat.
(ma-ns/wd)
