Navenda Stêra Zêrîn ya li Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ku xebatên çanda xweser bi rêve dibe, her sal di werza havînê de ji bo zarok û ciwanên wargehê perwerdeya enstrumanan dide destpê kirin. Îsal jî di 10’ê Hezîranê de perwerdeya xwe da destpê kiririn.
Têkildarî dewreya perwerdê û armanca wê de, Endama Rêveberiya Stêra Zêrîn ku di heman demê de Mamostaya gîtarê ye Rojê Otun, ji ajansa me re axivî.
‘Em di aliyê çandê de xwendevanên xwe dikin xwedî zanist’
Rojê Otun di destpêka axaftina xwe de da xuya kirin ku wan di 10’ê meha Hezîranê de perwerde dan destpê kirin û wiha got: “Wek armanc em dixwazin bingehê perwerdeya ensturmanan bidin xwendevanên xwe. Em ji fêr kirina gîtar, tembur û erbaneyê zêdetir dixwazin di aliyê çandê de xwendevanên xwe bikin xwedî zanist. Çand di hemû mirovan de heye ji ber ku mirov hem êşa xwe hem jî keyfxweşiya xwe bi hunerê dide îfade kirin. Îsal em li vir 190 xwendevanan perwerde dikin. Xwendevanên me yên herî biçûk 7 salîne lê ji bo mezinan me temen destnîşa ne kiriye. Xwendevanên me bi kelecanek mezin tê perwerdê. Ruxmê ku li wargehê havîn gelek germ derbas jî dibe lê xwendevanên me bêkêmanî beşdarî perwerda xwe dibin. Ev jî diyar dike ku heskirin û xwesteka wan ya li beramberî enstrumanan çiqasî zêde ye.”

‘Afrêneriya jinê tê bîra mirovan’
Rojê Otûn di berdawamiya axaftina xwe de balkişad li ser giringiya parastina nirxên çanda civaka xwe û wiha pêde çû: “Civaka bê çand be nikare xwe li ser lingan bigre. Ger heta îro civaka Kurd hebe bi saya parastina çand û kevneşopiya xwe ye. Çanda xwe ji nivşekî derbasî nifşekê din kirine. Ji ber vê yekê erka her ciwanekê Kurd ku çanda û hunera xwe biprêze. Di roja îro de herî zêde jin bi çandê re mijûl dibe û xwedî li çanda xwe derdikeve. Dema çand tê gotin keda jinên û afrêneriya jinê tê bîra mirovan. Ji bo ku zarok û ciwanên wargehê di werza havînê de di valatiyê de nemînin piraniya perwerdeyên xwe em di havînê de didin destpê kirin. Di merheleya destpêkê de em li vir perwerde didin xwendevanan, di merheleya duyem de jî derbasî Akademiya Şehîd Serhed dibin.”
Rojê Otun di dawiyê de jî got: “Ez bang li tevahî ciwanan bi taybet jinên ciwan dikim ku li çand û hunera xwe xwedî derbikevin. Hîn zêdetir xwe bidin aliyê pêşxistina çanda xwe.”
(kş)
