Desteya Destpakiya Federal li ser operasyonên dijî gendelî û wergirtina bertîlê li parêzgeha Necefê, daxuyaniyek belav kir.

Hate diyarkirin ku tîma Ofîsa Lêkolînê ya Necefê bi ser şaxa Desteya Xanenişîniya Neteweyî û yek ji şaxên Banka Reşîd a li parêzgehê de girtin, piştî lêgerîn û çavdêriyê derket holê ku hejmarek ji karmendên bankê mûçeyê xanenişînekî wefatkirî ji bo çend salan dizîne.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku tîmên wan du karmendên hiqûqî di Rêveberiya Şaredariya Necefê de, li ser bingeha daxwazkirina bertîlê ji kesekî ku di dema wergirtina qonaxa yekem a qasiyek bertîlê de hatine girtin.

Hate eşkere kirin ku dadwerê Dadgeha Lêkolînê ya Necefê ya taybet bi dozên destpakiyê, biryara girtina tometbaran li gorî xalên 315, 307 yên Yasaya Cezakirinê daye.

(fk)