Rêveberiya Îstîxbarata Leşkerî ya Iraqê, derbarê girtina 2 çeteyên DAIŞ'ê de daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li ser agahiyên îstîxbarata leşkerî û di çarçoveya hewldanên ji bo şopandina paşmayên çeteyan û kesên ji aliyê dadgehê ve tên xwestin, hêzên Rêveberiya Îstîxbarata Leşkerî, du operasyonên cuda li parêzgehên Nînova û Selahedînê pêk anîn.

Hat destnîşankirin ku di encama operasyonan de du çeteyên DAIŞ'ê hatine girtin ku ew li gorî xala 4'an a terorê ji aliyê dadgehê ve dihatin xwestin.

Di dawiyê de hat eşkerekirin ku çete radestî aliyên peywendîdar hatine kirin daku pêngavên hiqûqî li dijî wan werin temamkirin û werin cezakirin.