Ev demeke ku bûyerên şewatê li herêmên cuda yên Herêma Kurdistanê zêde bûne û her yek ji wan ji ber sedemek cuda çêbûye. Hinek caran çavkaniyên aborî û enerjiyê jî tên armanc girtin.
Beriya danê nîvro jî şewatek li parzûngeha li navçeya Şemamik ya ser bi sînorê Hewlêrê derket.
Li gorî dîmenên vîdyoyî dûmaneke pir mezin ji cihê buyerê bilind bû û asîmanê herêmê girtiye. Tîmên parastina sivîl bi vemirandina şewatê ve mijûlin.
Têkildarî asta ziyanên canî û madî nayê zanîn.
Hêjayî gotinê ye ku zeviyên neftê û parzûngehên Herêma Kurdistanê di demên borî de bûne armanca drone û mûşekên Îran û komên çekdar. Ji ber vê yekê beşek ji kompanyayên biyanî ji bo parastina xwe ji Herêma Kurdistanê derketine. Yek ji wan jî kompanyaya Dana Gas ku li zeviyê Kormor kar dikir, piştî dijwarbûna êrişên Îran û komên çekdar, karên xwe li Herêma Kurdistanê da rawestandin.
(fk)
