Serdana serokê Parlamentoya Îranê Mihemmed Baqir Qalîbaf piştî wê yekê tê ku hikûmeta Iraqê gaveke pratîkî avêtiye da ku zextê li komên çekdar bike ku çekên xwe radestî dewletê bikin, komên xwe hilweşînin, yan jî endamên wan di nav saziyên ewlehî û leşkerî yên fermî yên dewletê de werin entegre kirin.

Ev siyaseta hikûmetê ji aliyê hêzên siyasî yên serekî ve tê piştgirîkirin. Di heman demê de, piraniya aliyên siyasî bi eşkere daxwaz dikin ku çek tenê di destê dewletê de bin û pêşniyar dikin ku alternatîf ji bo endamên wan koman werin dîtin da ku tevlî rêzên saziyên fermî bibin.

Beriya serdana Qalîbaf a ji bo Bexdayê, Fermandarê Hêza Quds a Pasdarên Îranê Îsmaîl Qaanî serdaneke bilez encam dabû û ligel hejmarek ji serkirdeyên komên çekdar û kesayetên siyasî yên Iraqê civiyabû. Li gorî agahiyên ku ji nav wan civînan derketine, Qaanî teqez kiriye ku "çekên komên berxwedanê" ji bo Tehranê xeta sore û di vê qonaxê de bi tu awayî nayê destkarîkirin.

Qalîbaf di vê serdana xwe ya ji bo Bexdayê de, peyameke siyasî ya pir eşkere nîşan da, ji ber ku bi xurtî pesnê rola berxwedana îslamî da.

Derbarê vê mijarê de, çavdêrê siyasî Mehmûd Hiseynî ji ajansa me re axivî û  ragihand ku serdana Qalîbaf aliyên cihêreng ên siyasî, aborî û ewlehî di nav xwe de dihewîne û wiha pêde çû; ‘‘Yek ji peyamên herî berçav, teqezkirina Îranê ye li ser girîngiya Iraqê wekî kûrahiyeke stratejîk ji bo ewlehiya neteweyî ya Îranê; ev yek jî ji ber wî sînorê dirêje ku her du welatan bi hev ve girê dide.’’

Mehmûd Hiseynî dibêje; "Peyama duyem, îsrara Tehranê ye li ser piştgirîkirina tiştê ku jê re dibêjin 'berxwedan' (mûqaweme) û parastina komên çekdar. Daxuyaniyên Qalîbaf di demekî pir hesas de ne; wekî tê zanîn niha hikûmeta Iraqê rû bi rûyê berpirsiyariya kontrolkirina çekan bûye. Helwesta Îranê ya ji bo piştgirîkirina komên çekdar nîşan dide ku Tehran qet amade nîne dest ji wan berde yan jî dest ji projeya xwe ya herêmî bikişîne."

Mehmûd diyar kir ku pêşniyarên leşkerî û siyasî yên vê dawiyê yên Amerîkayê bûne sedema nerazîbûna Tehranê û got; ‘‘Serdana Qalîbaf di vê çarçoveyê de tê da ku peyamekê bide Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ku Îran bi tu awayî dest ji Iraqê bernade û qada siyasî û ewlehî ya Iraqê ji bo wan bi tenê nahêle.''