Hefteya borî li Raperînê di qezayek trafîkê de çar kes mirin û du kes jî birîndar bûn. Dema ku birîndar rakirin nexweşxaneyê, birîndar li benda pisporên ku diviyabû wê demê ne li ser karê xwe bana, bûn. Xizmên birîndaran vîdyoyek belav kirine ku tê de ew li benda karmendê nobedare. Ev yek li rastî gelek bertekan hat û perdeya li ser xirabiya sektora tenduristiyê ya li herêmê eşkere kir.
Bersiva saziyên tenduristiyê ji hev re hejmarek pirsgirêkên din eşkere kirin, ku hinek ji wan bi bajarokê Qeladizê ve girêdayî ne. Ji ber ku krîz û pirsgirêkên tenduristiyê pirin. Yek ji pirsgirêkan nebûna tomografiya ye, ku demek dirêje nexebitiye û Wezareta Tenduristiyê ev pirsgirêk çareser nekiriye. Welatî û çalakvanên bajêr têkildarî mijarê ji ajansa me Rojnews’ê re axivîn.
Bextiyar Mihemed ku niştecihê bajarokê Qeladizê ye, têkildarî mijarê ev tişt got; "Ji bo ku nexweş tedawiyek rast bistînin, divê ew ji rêyeke dirêj û xeternak ber bi Ranya an Silêmaniyê ve derbas bibin ku pir caran dibe ku di rê de bimirin. Ji ber vê yekê, divê ev xem ji gel bixwin û bi awayek cidî li van pirsgirêkan vegerin.”
Di dewamê de got; “Desthilatdarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji îşkencekirin, cezakirina vî gelî û xelkê Kurdistanê keyfxweş dibin. Sedema sereke ya koçberiya ciwanan, rewşa xirab ya debara welatiyane. Divê desthilatdar di dadgeha gel de werin dadgehkirin. Li nexweşxaneyan, nexweş bi saetan li bendê mane û di dawiyê de ji ber nebûna dermanan an jî boykotên doktoran, nexweş mirine.”
Çalakvanê bajarokê Qeladizê Serwer Ehmed jî da zanîn ku yek ji pirsgirêkên ku welatiyên herêmê pê re rûbirû dimînin, sektora tenduristiyê ye ku ev demek dirêje cihaza tomografiyê naxebite û got; “Nexebitîna cîhaza tomografiyê, ji bo welatiyan pirsgirêkên cidî çêkiriye. Ji ber sedemên teknîkî ev 8 mehin ev cîhaz nexebitiye û ji aliyê berpirsan ve nayê çareserkirin.”
Her wisa Serwer Ehmed got; “Ji bilî nebûna cîhaza tomografiyê, welatî ji kêmbûna derman û pêdiviyên tibî jî zehmetiyê dikişînin. Ji ber vê yekê, divê saziyên peywendîdar û Wezareta Tenduristiyê girîngiyek cidî bidin vê deverê, kêmahiyên heyî tijî bikin, çi ji aliyê amûran ve be, çi jî ji aliyê derman û pêdiviyên tibî ve be, di her warî de, nemaze di sektora tenduristiyê de. bajarok bûye sektorek taybet û bazirganî ji mijara mirovî wêdetir çûye.
Li Pişderê çend navendên tenduristiyê yên biçûk û navîn hene. Lêbelê, Nexweşxaneya Giştî ya Qeladizê navenda dermankirinê ya sereke ya herêmê ye, ku xizmetê ji zêdetirî 150 hezar heta 200 hezar kesan li herêma Pişder û gundên derdorê re dike. Niha ji ber nebûna amûr û dermanan rewşa herêmê xirabe.
Rêveberê Giştî yê Nexweşxaneya Qeladizê, Dr. Azad Ehmed têkildarî mijarê ji ajansa me re axivî û wiha got; “Me wekî nexweşxaneya Qeladizê hemû pêdiviyên nexweşan û tiştên ku pêwîstiya wan pê heye, xwestine û daxwazên me bi berdewamî ji Rêveberiya Giştî ya Tenduristiyê ya Raperînê re diçin. Lê belê, bicihanîna hinek ji wan ji aliyê Wezareta Tenduristiyê ve dereng dimînin an jî nayên bicihanîn û hinek ji wan ji aliyê Wezareta Darayî ve nayên bicihanîn."
Her wisa Dr. Azad Ehmed got; “Hinek ji daxwazan dê werin bicîhanîn û gelek ji wan dê neyên bicîhanîn. Yek ji wan cîhaza MRI ye, ku ji sala 2005’an vir ve ji aliyê Desteya Wezîran ve hatiye siparîşkirin. Lêbelê, ew di Wezareta Darayî de nehatiye bicîhanîn. Ya duyemîn jî tamîrkirina cîhaza CT Scan ya nexweşxaneyê ye, ku me ji Cotmehê û vir ve çend caran daxwaz kiriye û di dawiyê de ji aliyê Wezareta Darayî ve hatiye redkirin an jî dibêje ne hewce ye.”
(wd)



