Îro êvarê li navçeya Ranya ya navenda Îdareya Serbixwe ya Raperînê, jinek ji aliyê tiyê xwe ve hate qetilkirin. Polîsê Raperînê derbarê bûyerê de daxuyaniyek da.

Li gorî agahiyên bi dest ajansa me ketine, îro di saetên êvarê de, li Ranyeyê kesekê bi çeka nêçîrê gule li jinbiraya xwe reşand û di encamê de jiyana xwe ji dest da.

Têkildarî mijarê, Berdevkê Polîsê Raperînê Şoriş Îsmaîl ji ajansa me re axivî û got; “Îro êvarê cenazeyê jineke 26 salî ya bi navê (A. R. E.) ya nişteciha Ranyeyê birin Tiba Edlî ya Ranyayê.

Li gorî gotinên xizmên malbatê, bûyer dema ku hevserê jinê bi birayê xwe re nîqaş kiriye, qewimî. Yek ji birayan bi çeka nêçîrê gule li birayê xwe reşand û di encamê de jinbira xwe qetil kir.

Piştî otopsiyê cenazeyê jinê radestî xizmên wê hat kirin. Li gorî madeya 406 ya Qanûna Ceza ya Iraqê, ji bo gumanbarê bûyerê, biryara girtinê hatiye dayîn û derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destêkirin.”

(wd)