Îro, li navçeya Ranyeyê bi beşdariya 300 zarok û xwendevanên ji deverên cuda yên Herêma Kurdistanê, ji bo piştgiriya şiyanên zarokan, Rêveberiya Olîmpiyata Bîrkariya Fikrî, pêşbirkek ya bîrkariya fikrî ji bo zarokan lidar xist.

Pêşbirk di navbera xwendevanên ku di nava 10 deqeyan de bersiva 222 pirsên bîrkarî dan. Zarokên ku beşdarî pêşbirkê bûne di navbera 5-16 salan de ye.

Yek ji organîzerên pêşbirkê Lenya Kemal têkildarî pêşbirkê ji ajansa me re got; "Me wekî Saziya Enstîtuya Perwerdeyê ya FAM ev pêşbirk lidar xistin, ku heta niha qet ne li Kurdistanê û ne jî li Iraqê nehatiye lidarxistin. Ji ber ku zêdetirî 315 xwendevanan beşdar bûn. Armanca me di vê çalakiyê de ewe ku em şiyan û behreyên xwendevanan bikar bînin û nîşan bidin. Her wiha zarokan ji iPad, telefonên desta û leyîstikên elektronîkî yên li malê dûr bixin.”

Xwendevan bi navê Şehrî Mihemed pileya yekem û du xwendevanan bi navê Lêwan Rewa û Hanî Hêmin pileya duyem bidest xistin. Di heman demê de, sê xwendevanên bi navê Niyar Bextiyar, Êla Ehmed û Hamno Karzan pileya sêyem bidest xistin. Di dawiyê de, xelat ji serketiyên pêşbirkê re hatin dayîn.

12 wêne
1 / 12

(wd)