Dîroka vê diyardeyê li Rojava vedigere serdema damezrandina dewleta netewî ya Sûriyeyê û piştre jî serdema desthilatdariya Partiya Baas ya Esed, heta piştgiriya dewleta Tirkiyeyê û teslîmbûna ji polîtîkayên Ehmed Şera re berdewam dike.

Serdema federasyona eşîran û desthilata Fransî (1920-1946)

Berî ku têgeha "ceşhtî" di wateya xwe ya siyasî ya nûjen de derkeve holê, di dema dîktatoriya Fransî de, hêzên dagirker polîtîkaya "parve bike û bi ser bikeve" dimeşandin.

Fransiyan hewl dan ku wan bikar bînin da ku serhildanên herêmî bitepisînin an jî hegemonyaya xwe ava bikin bi dayîna îmtiyaz û pereyan ji hinek serokên Kurd û Ereb yên herêma Cizîrê re.

Ji aliyê din ve, partiyên welatparêz yên Kurd wek Komeleya Xoybûn li dijî hevkariya wisa bûn ku ne di berjewendiya doza netewî de bû.

Rejîma Baas û afirandina "sixûran" (1963-2011)

Piştî ku Partiya Baas li Sûriyeyê hat ser desthilatê, awayê alîkariya dijberên Kurd guherî û bi rêya dezgehên îstîxbaratê awayê xwe yê sîstematîk girt. Hikûmeta Baas a Sûriyeyê mîna Iraqê bi eşkereyî û bi çek û cilên taybet tabûrên cehşan ava nekir. Di şûna wê de, Baas a Sûriyeyê bêhtir xwe dispêre kirîna wijdanê kesayetên eşîrî, serokên eşîran û kesên bêkar da ku bibin çavdêr û sîxûrên çalakvanên siyasî û rewşenbîrên Kurd.

Di serhildana Qamîşloyê ya sala 2004’an de, van xetên sixûrtiyê di gihandina agahiyan bo rejîmê û alîkariya hêzên ewlehiyê ji bo girtin û îşkencekirina ciwanên Kurd de roleke pir xirab leyîstin.

Krîza Sûriyeyê û qonaxa nû ya piştî 2011’an

Piştî destpêkirina şoreşa Sûriyeyê û avakirina Rêveberiya Xweser a Demokratîk ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, wate û rêbaza vê diyardeyê bi tevahî guherî û çend eniyên nû derketin holê, ku ji hêla partiyên Kurd ve wekî "cehş" an "xiyanet" hatin binavkirin.

Yek ji van komên çekdar yên Kurd yên opozîsyona Sûriyeyê bûn, ku tevlî Encûmena Neteweyî ya Sûriyeyê bûn û hevalbendên dewleta Tirkiyeyê bûn ku wek; çekdarên Rabtû an jî yên ku beşdarî êrîşên dewleta Tirkiyeyê yên li ser Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî bûn.

Li deverên wekî Heseke û Qamişloyê, hinek kesayet û çekdarên Kurd tercîh kirin ku bi rejîma Esed re bimînin û di çarçoveya Hêzên Parastina Netewî de li dijî hêzên Kurdî çek hildan.

Dijberiya li dijî Rêveberiya Xweser û QSD’ê

Piştî damezrandina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û berfirehkirina QSD’ê, çekdarên Roj, ku ji aliyê PDK’ê ve dihatin piştgirîkirin û ji aliyê dewleta Tirkiyeyê ve dihatin perwerdekirin, li dijî QSD’ê û statuya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rawestiyan û gihişt wê radeyê ku QSD rê li ber hebûna wan li Rojavayê Kurdistanê girt.

Tevî wê yekê jî, ENKS’ê bi destwerdana dewleta Tirkiyeyê dijberiya xwe ya tevamî li dijî PYD û Rêveberiya Xweser nîşan da. Îro, tevî ku hemû partiyên Kurd konferansek yekîtî û hevgirtina Kurd lidar xistine jî, aliyê Kurd biryar daye ku bi hev re biçin ser maseya danûstandinan da ku mafên gelê Kurd di destûra bingehîn a Sûriyeyê de werin xurtkirin.

Lê belê ligel vê yekî jî, ENKS’ê bi tena serê xwe çû Şamê û biryarên konferansê paşguh kir û bi beşdarbûna di hilbijartinan de teslîmî polîtîkayên qirkirinê yên Serokê Demkî ya Sûriyeyê Ehmed Şera yê HTŞ’yî bû.

Her çiqas Kurd, ku ji sedî 20’ê Sûriyeyê pêk tînin, divê di parlementoyê de herî kêm 40 kursiyên Kurdan hebin jî, lêbelê ENKS razî bûye ku Ehmed Şera tenê 10 kursiyan ji bo Kurdan destnîşan bike. PYD û zêdetirî 20 partiyên siyasî yên Kurd vê siyasetê red dikin. Lêbelê, ENKS amadebûna xwe ji bo beşdarbûna parlementoyê nîşan daye, ku armanc dike Kurdan û destkeftiyên wan, ku bi xwîna nêzîkî 20,000 şehîdan hatine bidestxistin, tune bike.

Dawî

(wd)

https://rojnews.news/ku/li-basure-kurdistane-diroka-cerdevantiye-iii/
https://rojnews.news/ku/li-bakure-kurdistane-diroka-cerdevantiye-2/
https://rojnews.news/ku/tevger-u-diroka-ceteyen-li-rojhilate-kurdistane-1/