Deşta Şarezûrê di warê çandiniyê de xwedî axeke berhemdar û berekete, gelek berhemên çandiniyê tên çandin. Yek ji wan berheman jî pitate. Lê cotkar ji berhemê pitatê yê îsal razî nînin û dibêjin ku rewşa hewayê û barana zêde ya îsal zirar gihandiye wan. Her wiha rêjeya berhem jî kêm bûye.
‘Ji bo bazarên Herêm û Iraqê têne şandin’
Cotkarek ê Şarezûrê Huner Mihemed ku rûberekî mezin ê zeviyê xwe pitat çandiye, li ser mijarê ji ajansa me re axivî û got: “Ev pitatê ku me çandiye yê xwarinê ye, pitatê chips jî li gel me heye. Lê pitatê chips’ê heta niha negihîştiye û wextê wî maye. Em pitatên xwe ji bo hemû bazarên Iraq û Herêma Kurdistanê dişînin. Emê van berheman jî bişînin Bexdayê.”
‘Hikûmet ti alîkariyekê nade’
Di dewama axaftina xwe de Huner Mihemed destnîşan kir ku pirsgirêk û astengiyên li pêşiya cotkaran ewe ku hikûmet ti alîkariyekê nade û wiha domand: “Hemû lêçûna berheman li ser berîka me bixwe ye. Niha ku berhemê me gihîştiye, di bazarê de wekî tê xwestin pere nake. Ji ber barîna zêde ya baranê zirar dît, rêjeya wî pir kêm bû û dema gihiştina wî jî dereng xist.”
‘Ji ber barana zêde û nexweşiyê, pitat xerabûn’
Endezyarê çandiniyê Basim Xulam têkildarî heman mijarê nêrîn û zanyariyên xwe bi Rojnewsê re parve kir û wiha anî ziman: “Îsal li Kurdistanê baran zêde bû, pitat hemû ji ber avê xerab bûn û nexweşî pê ket. Ew berhemê ku heye jî hûrin û ji bo bazarê bi kêr nayê. Îsal pitat tu qezencê nake, ji ber ku hûrin em wekî cotkar mane matmayî. Ev hemû têkildarî guherîna avhewayê ye ku kêzik zêde bûn û berhem di nav axê de mezin nabe.”
‘Rêjeya îsal ya pitatê li gorî sala borî gelek ketiye’
Basim Xulam balkişand li ser rêjeya îsal li gorî sala borî û wiha pê de çû: “Sala borî ji bo her tonek pitatê 20 ton berhem dihat bidestxistin, lê îsal berovajî wê bû. Ger ji bo her tonekê pênc ton berhem hebe, vê yekê zirareke pir mezin gihandiye cotkaran. Ji bilî vê yekê jî pitat bi nexweşî ketine. Ji ber ku gihayên nexwestî li nav pitatan pir bûne û niha jî dema derxistina wane. Ger neyên derxistin dê dûbare şax bidin û şîn bibin.”
Berhevkirina berhemê pitatê li deşta Şarezûrê karekî bi komî ye û bi zibare tê kirin. Di zeviya Huner Mihemed de hejmareke zêde ya karkeran dixebitin.
Yek ji wan karkeran Telar Elî ji Rojnewsê re axivî û got: “Niha li tevahiya Şarezûrê em rojane karên cotkaran yê ji bo berhevkirina berhemê pitatê dikin. Em heta saet heştê sibehê karê xwe diqedînin û vedigerin malên xwe.”
(fk)



