Îro piştî nîvro li ser Cadeya Çemê Şîn ya bajarokê Şîladizê yê navçeya Amêdî ya ser bi parêzgeha Dihokê di navbera wesayîteke leşkerî ya hêzên dewleta Tirk û barhilgirekê de qezayek trafîkê çêbû.
Derbarê hûrgiliyên bûyerê de, niştecihekî herêmê ji ajansa me Rojnews’ê re got: “Wesayîta leşkerî ya artêşa Tirk bi zanebûn rê li ber derbasbûna welatiyekê Şêladizê girt. Ev yek di demekê de qewimî ku barhilgira wî tijî bû û diviyabû ku di zûtirîn dem de bigihije cihê xwe. Lê belê, nêzîkatiya hêzên leşkerî yên Tirkiyê di rêya wî de pirsgirêk derxist û paşê bû sedema qezayê.”
Her wiha nûçegihanê ajansa me got ku di bûyerê de tu windahiyên canî çênebûne, lêbelê piştî bûyerê, hêzên leşkerî yên dewleta Tirk welatiyê ajokarê barhilgirê binçav kirin û îfade jê girtin.”
Hêjayî bibîrxistinê ye ku hebûna hêzên artêşa Tirk li herêmê neqanûnî ye û ev bûyer û alozî çend caran dubare bûne. Hebûna hêzên dewleta Tirk li van herêman bi berdewamî ji bo niştecihên xwecihî yên herêmê dibe sedema fikar û pirsgirêkên trafîk û ewlehiyê.
(wd)
