Di çalakiyê de pirtûka Îbrahîm Êzidî ya bi navê "Sirek ji dilpakiya baweriya qedîm" (ku di 15'ê hezîranê de hatibû çapkirin) û pirtûka Merwan Dawid a bi navê "Kezî" hatin îmzekirin.
Di çalakiyê de ji tevahiya Şengalê rewşenbîr, nivîskar û ragihandkar amade bûn. Piştî deqeyek rêzgirtinê, li ser navê Weşanxaneya Şengalê ya ji bo Çapkirin û Çandê, Eliyas Qîranî axaftinek kir û piştgiriya xwe ya ji bo nivîskarên Şengalê diyar kir. Qîranî got: "Îro ev yekemîn çalakiya weşanxaneya me ye ku em berhemên her du hevalên xwe tê de îmze dikin. Em hêvîdar in ku berhemên bi vî rengî di nava rewşenbîrên me de zêdetir derkevin û em jî karibin xizmeta wan bikin."

Piştre Merwan Dawid axivî û naveroka pirtûka xwe da nasîn.
Her wiha Îbrahîm Êzidî jî têkildarî pirtûka xwe axivî û got: "Ji sernavê pirtûkê diyare; 'Sirek ji dilpakiya baweriya qedîm'. Min xwestiye wê gotina ku em her dem dibêjin 'Em serê xwe didin lê sira xwe nadin', ji her kesî re eşkere bikim ka ew sir çi ye. Piştî bi salan di nava civakê de geriyam û me bi gelek kesên bi temen (dayik û bavên me) re axivî, ez giham wê qenaetê ku ew sira ku me ji bo wê serê xwe daye, ev çiyayê Şengalê bûye."

Îbrahîm Êzidî her wiha li ser naveroka pirtûka xwe wiha berdewam kir: "Çiqas kêmasiyên me hebin jî, em wek ciwanên ku me serê xwe di nav gelê xwe de rakiriye, em ji vî gelî ne. Ger em berheman binivîsin, ew ji wan berhemên ku ji derveyî civakê ve tên nivîsandin, gelekî baştir û rasttir in."
Piştî axaftinan, her du pirtûk ji aliyê nivîskaran ve hatin îmzekirin û eleqeyek mezin ji bo pirtûkan hebû.
